Li Balyozxaneya Rûs a li Marsîlyayê teqîn

Li baxçeyê Balyozxaneya Rûsyayê ya li herêma 8’emîn a Marsîlyayê, teqînek çêbû.

Çavkaniyeke polîsan a ji Reuters re axivî, diyar kir ku cîhazekî ku dibe sedemê şewatê, hatiye avêtina baxçeyê balyozxaneyê.

Walîtiya polîsan a Bouches-du-Rhône ragihand ku herî kêm sê şûşeyên plastîk ên sodayê yên 50 santîlître hatine avêtina baxçe. Bermahiyên madeyên di nava şûşeyan de, niha tê analîzkirin.

Di rapora têkildarî bûyerê de, hat diyarkirin ku ti birîndarî çênebûne, ti zirar negihiştiye avahiya balyozxaneyê û hat ragihandin ku personel ji bo ewlehiyê di nava avahiyê de tên girtin.

Ji Serokatiya Balyozxaneya Rûsyayê ya li Marsîlyayê, Stanislav Oranskiy piştrast kir ku teqîn li ser axa balyozxaneyê çêbûye û diyar kir ku teqîn vê siharê derdora saet 08.00’an çêbû.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê teqîn weke ‘êrîşa terorê’ pênase kir.