Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevre ya Swîsreyê hatibû destpêkirin, kete meha 50’an.
Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kuridistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Komîteya Çalakiyê Ramazan Kizilkûrt axivî.
Kizilkûrt anî ziman ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo saziyên navneteweyî bi taybet jî Neteweyên Yekbûyî nerehet bikin.
Kizilkûrt destnîşan kir ku di demeke ku li Rojhilata Navîn daxwazên aştiya mayînde û demokrasiyê tê ser ziman de paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo girîngtir bûye û wiha got; “Şertê sereke ya aştiya mayînde, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Em Kurdistaniyên li Cenevreyê dijîn,ji bo azadiya Rêber Apo li qadan bin.”
Piştî daxuyaniya Kizilkûrt metna çapemeniyê hate xwendin.
Çalakiya rûniştinê heta saet 17:00’an dewam kir.