Mûrat Çakir: Elmanya wê hîn bêhtir mîlîtarîst bibe

Mûrat Çakir got, "Zextên li ser koçberan wê zêde bibin, pere hîn bêhtir li çekan bê xerckirin, lêçûnên civakî gelekî kêm bibin; ya rast pêwîstî pê namîne ku AfD'ê bibe hikumet, ji ber ku fikrê wan wê li ser desthilatdariyê be."

MÛRAT ÇAKIR

Elmanyayê di 23'ê Sibatê de hilbijartin pêk anî. Li gorî encamên destpêkê partiyên yekîtiyê (CDU/CSU) ji sedî 28.52 ê dengan wergirtin. Partiya rastgiriya tund AfD'ê ji sedî 20.80, Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ji sedî 16.31, Partiya Keskan ji sedî 11.61, Partiya Çep ji sedî 8.77 ê dengan bi dest xistin. Li aliyê din Tifaqa Sahra Wagenknecht (BWS) ku ji nava Partiya Çep rabû ji sedî 5.97 ê dengan wergirt. Ji hevkarên berê yên hikumeta heyî FDP ji sedî 4.33 ê dengan bi dest xist û nekarî ji benda ji sedî 5 derbas bibe.

Nûnerê Eyaleta Hessenê yê Weqfa Rosa Luxemburg û Lêkolîner Mûrat Çakir encamên hilbijartinê ji ajansa me re şîrove kir.

Mûrat Çakir got, "Daxwaza bûrjûvaziya Elman pêk hat; AfD a faşîst nijadperest wezîfeya xwe temam kir. Lewma Elmanya wê di dema bê de hîn bêhtir mîlîtarîst û êrîşkar be. Zextên li ser koçberan wê zêde bibin, ji biçekbûnê re wê hîn bêhtir pere bê xerckirin, lêçûnên civakî wê gelekî bêne kêmkirin û parçebûna civakî wê dewam bike.

Her wiha divê ev jî bê gotin: Tevgereke antîfaşîst ava bû. Lê belê ev yek hîn li şûna xwe rûneniştiye. Ya rast, civaka bûrjûva bi piraniya ji sedî 80 ê dengan ji AfD'ê ya faşîst, nîjadperest û rastgir re got 'Na'. Bi dîtina min ev yek girîng e û divê neyê jibîrkirin. Lê belê li gel vê yekê di polîtîkaya têkildarî koçberan de em ê siyaseteke rastgir bibînin.

Elmanya wê bikeve nava krîzeke nû. Bi taybetî ji ber Şerê Ûkraynayê dibe ku lêçûnên leşkerî bêne zêdekirin û di encama zexta Emerîkayê de Elmanya hîn bêhtir pereyan li NATO û Yekîtiya Ewropayê xerc bike. Ev yek jî tenê bi kêmkirina lêçûnên civakî, bi kêmkirina lêçûnên polîtîkayên civakî dibe. Lewma mirov dikare vê bibêje; wê li ser mûçeyên karkeran zexteke giran çêbibe. Pêwîstî bi wê yekê namîne ku AfD'ê tevlî hikumetê bibe, nêrînên AfD'ê ji xwe wê li ser desthilatdariyê be."

Têkildarî bandora encamên hilbijartinê li têkiliyênw Tirkiye-Elmanya, meseleya Kurd û Rojava jî Mûrat Çakir got, "Wê bandoreke neyînî bike. Ji ber ku Elmanya her tim pêwîstiyê bi welatekî NATO yê xurt ê li herêmê dibîne ku karibe berjrewendiyên wê temsîl bike. Ev jî Tirkiye ye. Elmanya 150 sal in palpiştiyê ji Tirkiyeyê re dike. Bi dîtina min wê zextên li ser Rojava zêde bibe. Her wiha dibe ku polîtîkaya krîmînalîzasyonê ya Elmanyayê ya li ser saziyên Kurdan ên li Elmanya û Ewropayê hişk bibe."

Di dawiya axaftina xwe de jî Mûrat Çakir qala Partiya Çep kir û got, "Partî nû bûye. Partiya Çep bi qutbûna Sahra Wagenknecht re ji bo ciwanên bi fikrê çepi ji bo ciwanên li dijî AfD'ê ya faşîst û nijadperest bû alternatîfek. Ji ber ku dengdana sosret a ku CDU bi AfD'ê re li parlamenta federal kir, bû sede ku AfD'ê asayî bibe û ev yek jî li nava ciwanan bû cihê nerazîbûneke mezin. Di nava demeke kurt de 20-30 hezar ciwan tevlî nava Partiya Çep bûn ku ev yek jî balkêş e.

Li gel vê yekê di anketekê de ku di nava ciwanên di binê 25 salî de hate kirin, ji sedî 27 ê ciwanan xwedî wê meylê ne ku deng bidin Partiya Çep, ji sedî 24 jî berê xwe dan AfD'ê ya faşîst û nijadperest. Yanî em dibînin ku di nava ciwanan de Partiya Çep partiya yekemîn e. Lê belê dema ku mirov bala xwe bidin ser gavên programatîk ên ji niha û pê ve yên Partiya Çep, tê dîtin ku wê hinekî weke 'Çep a NATO'yê' yan jî 'Partiya NATO'yê' tevbigere.

Hêvîdar im zexta Tevgera Aştiyê ya di vê mijarê de wê hinekî din zêde bibe. Eger Tevgera Aştiyê ciwan nebe, bi pêş nekeve, li Elmanyayê hem li dijî rastgiriyê, hem li dijî mîlîtarîzmê, hem jî li hemberî belavkariya emperyalîst zehmet e muxalefeteke cidî ava bibe."