BI DÎMEN

Kemal Aktaş: Ger dewlet gavan neavêje wê ev pêvajo vala derkeve

Siyasetmedar Kemal Aktaş diyar kir ku banga Rêber Apo ne yekalî ye û anî ziman ku ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê dewlet gavan biavêje, eger nebe wê ev pêvajo vala derkeve.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga dîrokî ya ji bo çareseriya krîz û kaosa li Rojhilata Navîn, bal kişand ser pêwîstiya jinûve birêxistinkirina têkiliyên Tirk-Kurd. Banga Rêber Apo ji aliyê gelek derdoran ve bi erênî hat pêşwazîkirin, lê niha tişta ku tê meraqkirin gelo dewlet wê çi gavan bavêje yan jî wê gavan bavêje yan na.

Siyasetmedar Kemal Aktaş li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.  Kemal Aktaş diyar kir ku ev bang ne yekalî ye, berpirsyarê vê bangê dewlet e û anî ziman ku divê gavên hiqûqî bên avêtin.

Kemal Aktaş destnîşan kir ku Rêber Apo gaveke dîrokî avêtiye û da zanîn ku ev bang ne tenê ji bo bersivdana pirsgirêkên heyî, ji bo çareseriya radîkal a pirsgirêkên dîrokî jî kiriye. Aktaş bal kişand ser vê yekê ku Rêber Apo dixwaze têkiliyên Kurd-Tirk yên dîrokî nûjen bike û anî ziman ku Rêber Apo perspektîfeke çareseriyê ya dîrokî pêşkêşî gelên Tirkiyeyê kiriye.

'BANG PERSPEKTÎFEKÊ DÎROKÎ PÊŞKÊŞ DIKE'

Aktaş bi lêv kir ku her çend metna bangê kurt be jî, her hevok û peyv wateyek kûr di nava xwe de dihewîne û got ku nivîs dîrokî ye, perspektîfekê pêşkêş dike. Aktaş bal kişand ser nirxandinên girîng ên têkildarî şert û mercên PKK'ê û destnîşan kir ku gelên ku tê redkirin û înkarkirin ji ber ku rê li temsîl û îfadeya xwe nabînin serî li têkoşîna çekdarî didin.

'PKK BI DARÊ ZORÊ NAQEDE’

Aktaş diyar kir ku ev rewş pêwîstiyên rojane yên demê pêşwazî nekir, heta êşên mezin bi civakê da kişandin. Aktaş bal kişand ser girîngiya pêkvejiyanê û hev qebûlkirinê. Aktaş bi bîr xist ku PKK bi darê zorê naqede û destnîşan kir ku ew ê bi vîna xwe dawî li hebûna xwe bîne. Aktaş da zanîn ku wê bi amûr û rêbazên nû, li ser esasê siyaset û hiqûqa demokratîk têkoşînê bimeşîne.

DÊ TÊKOŞÎN MEZIN BIBE

Aktaş da zanîn ku têkoşîn wê raneweste û wê hê mezintir bibe û bi bîr xist ku ew bi têkoşînê heta vê rojê hatine û dê ji niha û pê ve jî têkoşîn bidome. Aktaş diyar kir ku wê ti kes tiştekî nede kesî û got, "Me heta niha bi têkoşînê her tişt bi dest xist, ji niha û pê ve jî em ê bi têkoşînê bi ser bikevin."

'BANGA RÊBER APO NE YEKALÎ YE'

Aktaş bangewaziya Devlet Bahçelî bi bîr xist û diyar kir ku banga Rêber Apo ne yekalî ye û ji bo pêvajo bi tendirustî pêş bikeve divê dewlet jî gavan bavêje. Aktaş anî ziman ku bêyî avêtina gavan û avakirina zemîneke siyasî û hiqûqî pêvajo bi pêş nakeve û destnîşan kir ku ev pêvajo ne pêvajoyeke ku tenê bi gotina 'PKK xwe fesh bike” bi dawî bibe.

'DIVÊ DEWLET GAVAN BAVÊJE’

Aktaş dest nîşan kir ku divê ji mînakên cîhanê yên pêvajoyên pevçûn û çareseriyê ders bên derxin û hişyarî da ku eger nebe ev pêvajo wê vala biçe. Kemal Aktaş herî dawî ev tişt anî ziman: "Divê dewlet û hikûmet li hemberî vê berpirsyariya ku  Rêber Apo day ser milê xwe gavan biavêje. Divê tifaqa ku tê xwestin pêk were, li ser çareseriya pirsgirêkan li ser esasê formula li şûna kuştin û bimirin, bijîn û bidin jiyîn pêş bikeve hêzê bidin hev.”