Li Liegeyê şehîd hatin bibîranîn

Li Liegê Şehîdên Azadiya Kurdistanê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne hatin bibîranîn.

Şehîdên Azadiya Kurdistanê yên di dem û cihên cuda de ehîd bûne li bajarê Lieg ê Belçîkayê hatin bibîranîn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de siyasetmedar Seydî Firat axivî. Firat li ser mîrateya şehîdan a li pey xwe hiştiye axivî û li ser rojeva siyasî nirxandin kir.

Di bîranînê de kekê gerîlayên HPG’ê Cesûr Roboskî (Adem Encu) û Cesûr Roboskî (Ozgur Encu) yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn, Mehmet Encu axivî. Li ser navê malbata şehîdên Cizîra Botanê jî Bêrîvan, Nîzar û Mustafa Şahîn Cizîrî axivîn. Axaftvanan diyar kirin ku ev şehîdên me di oxira axa pîroz de gihiştine asta şehadetê û gotin: “Em bi têkoşîna şehîdan serbilind û bi rûmet in.”

Di bîranînê de Rojnamevan Egîd Roj ê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li Bendeva Tişrînê şehîd bûbû, hat bîranîn.