BI DÎMEN

Nacho Sanchez Amor: Bang, pêngaveke pir mezin e

Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor banga Rêber Apo weke “pêngaveke pir mezin” pênase kir û got, “Niha pêvajoyek destpê kir û ev ê bibe pêvajoyeke demdirêj, lê pêngava destpêkê pêngaveke mezin e.”

Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo, nirxand.

DIVÊ DI ÇARÇOVEYA ZAGONA BINGEHÎN DE, ÇARESERÎ HEBE

Sanchez Amor bersiva pirsên Erem Kansoy da û got, “Tiştên diqewimin, teqez agahiyek baş e. Ev derfertek e ku welêt car din bikeve nava pêvajoyekê û di encamê de çareseriya aştiyane bîne. Destpêkê tişta ez dixwazim destnîşan bikim, divê ev ji bo çarçoveya zagona bingehîn a Tirkiyeyê jî bibe çareseriyek.”

WÊ PÊVAJOYEK DEMDIRÊJ BE

Sanchez Amor qala meseleya Kurd kir û diyar kir ku ev pêvajo wê demdirêj be. Amor ev tişt li axaftinên xwe zêde kirin:

“Ez dizanim ku ji bo gelek Kurdan aliyên cuda jî hene û civakên Kurdan ên li Iraq û Sûriyeyê jî hene. Lê belê li gorî min tişta girîng, peyama di aliyê siyasî de pir girîng ev e: Dê werin, em li Tirkiyeyê rewşa meseleya Kurd biaxivin û di çarçoveya sînorên Tirkiyeyê de çareseriyekê bibînin. Ev peyama min a esas e. Niha pêvajoyek destpê kir û ev ê bibe pêvajoyeke demdirêj, lê belê pêngava destpêkê pêngaveke mezin e.”

PÊNGAVEKE PIR MEZIN

Sanchez Amor bal kişand ser banga Rêber Apo ya ji bo xwe fesihkirina PKK’ê û wiha got:

“Mesele me li Spanyayê me bangeke ji bo bi dawîbûna tundiyê û xwe fesihkirina rêxistinekê, qet nedîtiye. Lewma ev pêngavekî pir mezin e. Ev ji bo destpêkirina bi fikrê ‘tundî nîne’ û ‘tasfiyeya PKK’ê’, pêngavekî pir mezin û girîng e.”

DIVÊ WERE TEQDÎRKIRIN

Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor di dawî de bal kişand ser girîngiya vê banga Rêber Apo:

“Eger em şert û mercên girtîgehê yên ku Ocalan di nav de ye berçav bigirin, li gorî min geşedaneke pir erênî ye ku wî rewşa şexsî derbas kiriye û daxuyaniyeke wiha daye. Ev pêngaveke pir mezin e û divê were teqdîrkirin. Ji ber ku di bin rejîmeke girtîgehê ya pir hişk de, nêzîkatiyeke wiha ya li hemberî civakê hêsan nîne. Ocalan di daxuyaniya xwe de ev yek bi ser xistiye, ev pêngavekî girîng e.”