Li Livornoyê ji bo piştgiriya Heyva Sor çalakî hat lidarxistin

Li bajarê Livorno yê Îtalyayê ji bo piştgiriya Heyva Sor çalakî hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ji bo piştgiriya rêxistina tenduristiyê û alîkariyê ya Heyva Sor a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gundê Via del Castello yê bajarê Livornoy ê Îtalyayê çalakî li dar xistin.

Nûnera Heyva Sor di çalakiyê de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk di êrîşên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek ambûlans, rojnameger û sivîl hedef girtin.

Nûner şert û mercên jiyanê yên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û wargehên koçberan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine avakirin vegot û bal kişand ser girîngiya hevgirtin û piştgiriya ji bo Heyva Sor.

Nûner anî ziman ku divê alîkarî û piştgiriya rêxistinên bi vî rengî zêdetir bên kirin.