Massimo D'Alema: Dem hatiye ku mafên Kurdan bêne naskirin

Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Massimo D'Alema banga dîrokî ya Rêber Apo erênî û bi wêrekî pênase kir û destnîşan kir ku divê dewleta Tirk li pêşberî vê bangê gavên şênber biavêje.

Massimo D'Alema ku di dema komploya navneteweyî ya 1999'an de serokwezîrê Îtalyayê bû, li ser banga 'Civaka demokratîk û aştiyê' ya Rêber Apo daxuyaniyek da.

Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Massimo D'Alema ji Ajansa Nûçeyan a Îtalyayê (ANSA) re axivî û anî ziman ku banga dîrokî ya Rêber Apo gaveke erênî û bi wêrek e.

PEYAMEKE WÊREK E, DOR A DEWLETA TIRK E

D'Alema destnîşan kir ku li pêşberî daxuyaniya Rêber Apo divê dewleta Tirk gavê biavêje û got, "Ev pêşketineke erênî ye, peyameke bi wêrekî ye û hêvîdarim hikumeta Tirk û aliyê Erdogan wê ji bo bidawîkirina vî şerê giran û demdirêj weke rêyeke şênber binirxîne. Aliyê din dest ji têkoşîna çekdarî berdide, lewma divê mafên Kurdan bêne naskirin."

Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Massimo D'Alema ku Cotmeha 2024'an ji televîzyona Medya Haberê re axivî, mikur hatibû ku Serokê DYE'yê yê wê demê Bill Clinton li wî geriya bû û jê re gotibû, 'Ocalan bidin Tirkiyeyê'.