BI DÎMEN

Li Osloyê li ber balyozxaneya Îranê ‘cezayê îdamê’ hate protestokirin

Li bajarê Oslo yê Norweçê li ber balyozxaneya mezin a Îranê li dijî cezayên îdamê çalakî hate lidarxistin.

Di çarçoveya kampanyaya “Ji Îdamê re na, ji jiyana azad re erê” de ku li seranserî cîhanê tê meşandin, li ber Balyozxaneya Îranê ya li bajarê Oslo yê Norweçê çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî ji aliyê komîîteyên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Koma Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ên li Norweçê ve hate organîzekirin. Di çalakiyê de hate xwestin ku cezayên îdamê yên li Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî, Şerîfe Muhammedî û girtiyên din hatine birîn, bên betalkirin.

Çalakvanan destnîşan kirin ku cezayên mirinê yên dermirovî, divê bi temamî bên rakirin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Komunîst a Îranê (Komala) û gelek rêxistinên civakî yên sivîl jî piştgirî dan çalakiyê.

Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” , “Ji îdamê re na” û “Jiyana azad” hatin berzkirin.