Merz dixwaze bi Sosyal Demokratan re hikumetê ava bike

Lîderê CDU ya rastgir Friedrich Merz ku di hilbijartinên li Elmanyayê de bi ser ket, diyar kir ku ew dixwaze welêt bi Sosyal Demokratan bi rê ve bibe.

CDU ya muxafazakar a Friedrich Merz dixwaze heta cejna Paskalyayê bi Sosyal Demokratan re hikumeteke Elman ava bike. Lê belê tê gotin, danûstandin wê bi zehmetî derbas bibin.

Di hilbijartinên roja Yekşemê de CDU/CSU ji sedî 28.6 ê dengan wergirt. SPD'ê jî gelekî kêm kir û ji sedî 16. ê dengan bi dest xist.

Nayê zanîn bê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ji bo bi bloka Demokratên Xiristiyan CDU/CSU re hikumetê ava bike, tawîzeke têrker bide yan na. Herdu partî ji bo karibin li Meclîsa Federal koalîsyona serdest ava bikin, xwedî hejmareke têrker in.

Serokê Giştî yê SPD'ê Lars Klingeil ku wê bibe lîderê nû yê partiyê yê li Meclîsa Federal got, "Gog li ber lingê lîderê CDU/CSU Friedrich Merz e."

Klingbeil li qenala televîzyonê ya ARD'ê di bernameyekê de axivî û anî ziman ku kampanya hilbijartinê nîşan da ku di navbera herdu partiyan de cudahiyên mezin hene.

Li gorî Serokê Giştî yê SPD'ê, yê ku divê eşkere bike bê li nva hikumetê wê çawa bixebite Merz bi xwe ye.

Ji ber ku Merz lîderê partiya herî mezin a li Meclîsa Federal e, tê texmînkirin ku bibe Şansolyeyê nû. Merz dixwaze beriya Paskalyayê hikumetekê ava bike.

Partiya rastgiriya tund Alternative für Deutschland (AfD) ji sedî 20.8 ê dengan wergirt û bû partiay duyemîn a herî mezin a welêt ku bi vî rengî vê wezîfeyê zehmet dike. Hemû partiyan hevkariya bi AfD'ê re red kirin.