Şehîdên Heftanînê li Swîsreyê hatin bibîranîn
Şehîdên Heftanîn li Grenchenê hatin bibîranîn û wiha hat gotin: “Pêvajoya ku Rêber Apo pêşxistiye erka me ye. Ev jî soza me ji bo şehîdan e.”
Şehîdên Heftanîn li Grenchenê hatin bibîranîn û wiha hat gotin: “Pêvajoya ku Rêber Apo pêşxistiye erka me ye. Ev jî soza me ji bo şehîdan e.”
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Axîn Cûdî (Halîme Kaya), Dilovan Avzem (Mehmet Înan Mîntaş), Zozan Rûken (Çîgdem Kûrt) û Avzem Cûdî (Azîme Kabûl) ên ku 29’ê Cotmeha 2024’an di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Heftanînê de şehîd bûn, li bajarê Grenchen ê Swîsreyê hatin bibîranîn.
Malbatên şehîd Axîn Cûdî û Dilovan Avzem, hevserokên Meclîsa Kurd a Demokratîk a Swîsreyê, malbatên şehîdan û xebatkarên saziyê beşdarî bîranîna ku ji hêla Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) hate lidarxistin, bûn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevserokê KOMAW’ê yê Swîsreyê Mûstafa Karahan axivî. Karahan beşdaran silav kir û got, “Em di pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Hêvîdarim ku şehîdên ku îro em bi bîr tînin wê bibin yên dawî. Bi xwedîderketina pêvajoyê re em ê xwedî li şehîdan derkevin.”.
Di axaftina li ser navê malbata Axîn Cûdî de wiha hat gotin: “Axîn yek ji wan kesên ku di encama zextên dewletê de çû Mexmûrê ye. Piştî şehadeta birayê xwe yê mezin Cûdî çeka wî hilgirt û tevlî şer bû. Bi salan têkoşîn kir. Em ê têkoşîna wan bişopînin.”
Apê Dilovan Avzem Metîn Mîntaş jî got, “Em spasiya we dikin ku we me tenê nehişt. Ev her çar şehîd şehîdên gelê Kurdistanê ne. Biraziyê min hê biçûk bû dewletê bavê wî qetil kir. Dilovan di nava zehmetiyan de mezin bû û berê xwe da çiyayan. Em ê li ser şopa şehîdên xwe têbikoşin û em bi wan serbilind in.”
Piştre endama Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsre (YJK-S) Sozdar Sîdar axivî. Sîdar anî ziman ku gelê Kurd 50 sal in li ber xwe dide û got, “Em ji bo şehîdên xwe yên di pêvajoyeke wiha dîrokî de canê xwe feda kirine hatin gel hev. 7 şehîdên malbata Mîntaş hene. Bi sedan malbatên me yên bi vî rengî hene. Şehîd Axîn Cûdî navê birayê xwe û çeka wî hilgirt û tevlî têkoşînê bû."
Sîdar têkildarî pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin jî wiha got, “Em ê vê pêvajoyê bi ser bixin û diyarî şehîdên xwe bikin. Di vê pêvajoyê de wê ti kes nikaribe me ji têkoşîna me dûr bixe. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Em bi saya şehîdên xwe gihiştine vê pêvajoyê. Têgihiştina têkoşînê beriya her tiştî fêmkirina felsefeya Rêber Apo hewce dike. Divê em pêvajoyê fêm bikin û li gorî wê têbikoşin.”
Li ser navê KCDK-E’yê Firat Botan jî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Botan bal kişand ser banga dîrokî ya Rêber Apo û got, “Rêber Apo ji bo gelan gav avêt. Ev gav wek gava yekemîn a damezrandina partiyê ye. Bi danîna çekan re armanc dike ku têkoşîneke nû bide destpêkirin û xwe ji nû ve birêxistin bike. Rêbertiyê ev bang kir û rêxistina me jî qebûl kir. Niha berpirsyarî li ser milê dewleta Tirk e. Pêvajoya ku Rêber Apo pêşxistiye erka me ye. Ev jî soza me ji bo şehîdan e.”
Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyonê bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.