BI DÎMEN

Li Lorientê gel li dijî faşîzmê daketin qadan

Li bajarê Lorient ê Fransayê li ser banga nêzî 100 komele, kolektîf, partiyên siyasî û sendîkayan nêzî 2 hezar kes li dijî faşîzmê meşiyan.

Gelê Lorient ê Fransayê ji bo meşa herêma Morihanê ya ku bi armanca bersivê bidin zêdebûna îdeolojiya nefretê ya rastgirên tund û faşîzmê tê lidarxistin, li ber Lîseya Dupuy de Lôme ya Lorientê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “16’ê Sibatê roja Yekşemê faşîstan bi awayekî plankirî li Parîsê êrîşî çalakiya Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber ên Tirk (ACTIT) û Şaxa Ciwanên Têkoşer a Parîsê kiribûn û gelek kes birîndar bûbûn. Piştî hefteyekê, li Cintrê endamek meclîsa şaredariya bajêr ji ber ku silava Naziyan û gotinên nijadperestî yên van kesan qebûl nekir, rastî êrîşê hat. Ev êrîş di serdemek ku bi alîkariya beşeke bûrjûwaziyê hatine desthilatê pêk hat.”

Piştî axaftinan, gel bi berzkirina dirûşma "Em ê li Bretagnê rê nedin faşîzmê" ber bi navenda bajarê Lorientê ve meşiyan.

Di meşê de hin koman êrîşî buroyên hinek partî û saziyan kirin û camên wan şikandin. Avahiya Federasyona Morbihan a Partiya Sosyalîst jî di nav de gelek avahî zerar dîtin. Bûyera ku polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin, pevçûnek demkurt qewimî. Piştre girseyê dîsa bi berzkirina dirûşmeyan dest bi meşê kirin.

Meşa li navenda bajêr bi qasî 6 km berdewam kir.