Çapemeniya Fransa û Swîsre: Abdullah Ocalan bangeke dîrokî kir!

Gelek saziyên çapemeniya Swîsre û Fransayê banga Rêber Apo ya “Civaka Demokratîk û Aştiyê” di manşetên xwe de weşandin, destnîşan kirin ku bang xwedî girîngiyeke dîrokî ye û bal kişandin ser bêdengiya rayedarên Tirk.

ÇAPEMENIYA EWROPA

Banga Rêber Apo ya “Civaka Demokratîk û Aştiyê” di çapemeniya cîhanê de cihekî fireh girt. Çapemeniya Fransa û Swîsreyê jî eleqeyeke mezin nîşanî vê bangê da. Gelek rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî jî di nav de, gelek saziyên weşanê yên herêmî û neteweyî banga dîrokî di manşetên xwe de parve kirin. Di nûçeyan de Banga Rêber Apo ya ji bo ‘PKK çek berde’ derket pêş û diyar kirin ku hîna Tirkiyeyê têkildarî vê yekê daxuyaniyeke fermî nedaye.

LE MONDE: ZEXT DEWAM DIKE

Yek ji rojnameyên navdar a Fransayê Le Monde, banga dîrokî ragihand.

Rojnameyê destnîşan kir ku Rêber Apo ji sala 1999’an ve dîl tê girtin û diyar kir ku wî berpirsyariya banga dîrokî jî girtiye ser xwe.

Di dewama nûçeyê de hat ragihandin ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan têkildarî vê yekê helwesteke zelal raber nekiriye. Le Monde bal kişand ser bêdengiya Erdogan û diyar kir ku zextên li ser gelê Kurd û nûnerên hilbijartî dewam dikin.

FRANCE 24: JI BO HERÊMÊ WÊ BANDOREKE MEZIN BIAFIRÎNE

France 24 banga dîrokî bi sernava “Lîderê Kurd Ocalan ji bo fesihkirina PKK’ê bangeke dîrokî kir” ragihand.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Serokkomar Erdogan û rayedarên payebilind hîna têkildarî banga Rêber Apo ti daxuyanî nedane û destnîşan kir ku di serî de Kurd gelek kes piştgiriyeke mezin didin vê bangê.

Di nûçeyê de hate bilêvkirin ku Rêber Apo 27 sal in di bin şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin û hate diyarkirin ku ev bang ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo hemû herêmê xwedî bandoreke mezin e.

RFI: EV TENÊ DESTPÊKEK E

Radio France Internationale jî diyar kir ku banga Rêber Apo tenê destpêkek e.

RTS: WEKE LÎDER TÊ DÎTIN

Televîzyona Dewletê ya Swîsre (RTS) jî di banga dîrokî de bal kişand ser hûrgûliyan û destnîşan kir ku Rêber Apo ji sala 1999’an ve di hucreya yekkesî de di bin şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin. Hat diyarkirin ku tevî esareta 27 salan û şert û mercên tecrîda giran, Rêber Apo ji aliyê gelê Kurd ve weke lîder tê dîtin û hat diyarkirin ku banga dîrokî li bajarên Kurdistanê bi coşeke mezin hatiye pêşwazîkirin.

Di nûçeyê de bal kişandin ser hewldanên ku berê Rêber Apo ji bo çareseriyê kirine.