Kurd û dostên wan li gelek bajarên Ewropa çalakî pêk anîn û komkujiya AKP’ê ya li Cizîrê protesto kirin. Di çalakiyan de bang li gel hat kirin ku berxwedanê bilindtir bikin û ji raya giştî ya navneteweyî piştgirî hat xwestin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 10 rezberê 2015, 17:28
Kurd û dostên wan li gelek bajarên Ewropa çalakî pêk anîn û komkujiya AKP’ê ya li Cizîrê protesto kirin. Di çalakiyan de bang li gel hat kirin ku berxwedanê bilindtir bikin û ji raya giştî ya navneteweyî piştgirî hat xwestin.
BASEL
Kurd û dostên wan li bajarê Basel ê Swîsre kom bûn û bi pêşengiya Navenda Civaka Kurdan a Demokratîk (DKTM) ve ji bo komkujiya li hember gelê Cizîrê tê meşandin protesto bikin li pêşiya parlamentoyê çalakiya rûniştinê destpê kirin.
Fûat Komur ê li ser navê DKTM’ê axivî, got ku çawa ji bo Kobanê li ser piyan bûn, niha jî wê ser li piyan bin.
Çalakiya rûniştinê heta ku bi rayedaran re neaxivin wê berdewam bike.
BREMEN
Kurdistanî û dostên wan li eyaleta Bremen a Elmanyayê li pêşiya parlamentoyê hatin gel hev û komkujiyên Erdogan û AKP’ê şermezar kirin, piştgirî ji raya giştî ya navneteweyî hat xwestin.
Li çalakiyê hat diyarkirin ku gelê sivîl tê hedef girtin û wiha dewam kir: “Gelê Cizîrê bi rojan e di bin êrîşa dewletê de ye. Ji ber êrîşên tê kirin mirov dimirin, mal dişewitin, nexweş û birîndar nikarin tedawî bibin û nikarin cenazeyên xwe veşêrin.”
Di çalakiyê de bang li gel kirin ku bila her tim çapemeniya azad bişopînin, bi sazî û dezgehan re di nav têkîliyê de bin û li gor agahiyên lezgîn her tim amadekariyên xwe hebin.
LONDRA
Li paytexta Londra ya Îngîltere komkujiya dewletê ya li Cizîrê hat protestokirin.
Jin bi bangawaziya Meclîsa Jinan a Roj hatin pêşiya parlamentoyê, kefenên bi xwîn li xwe kirin û êrîşên komên faşîst ên dewleta Tirk û bajarên rojava yên li hemberî Kurdan protesto kirin. Jinan pankartên xwe vekirin û dirûşma “Qatil Erdogan” bi gelek zimanan qîr kirin.
Di axaftinan de komkujiyên sivîl ên li Cizîrê bi zimanekî tund hat şermezarkirin.
Li pêşiya Avahiya Serokwezirtiya Îngîltere jî bi pêşengiya Yekîtiya Hêzên Demokratîk ên Brîtanya çalakiyek protestoyî pêk tê.