Li Bern û Zurîhê AKP hat protestokirin

Li bajarên Bern û Zurîhê yên Swîsre polîtîkayên şer ên AKP’ê hatin protestokirin û berxwedana Cizîrê hat silavkirin. Dîsa di çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hat protestokirin.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li gara trenê ya navendî ya li paytexta Swîsre Bernê kom bûn û terora dewletê ya li destpêkê navçeya Cizîrê ya Şirnexê û tevahî Tirkiye û Kurdistanê protesto kirin.

Di çalakiya ku tevgerên çep ên Tirkiye û dostên Kurdan jî tevlîbûn wêneyên komkujî û talankirinên li Kurdistan û Tirkiyeye pêk hatine hatin rakirin. Girse li pêşiya gara trenê hat gel hev û di kolanên herî qelebalix de ber bi Sefaretxaneya Tirkiyeyê ve meşiya. Di meşê de kesên derdor bi nîşaneyên serketinê û çepikên xwe piştgirî dan çalakiyê. Piştî meşa 3 kîlometreyan, Kurd û dostên wan çalakiyeke rûniştinê li dar xistin.

Piştî wê 3 çalakvanan li ser navê girseyê çelenga reş danîn pêşiya Sefaretxaneya ya wêneyên talana leşkeran a Cizîrê û şewitandina pirtûkxaneya Kirşehîrê lê daliqandibûn.

Piştre ser navê DEMKURD’ê Hanîfî Ceylan bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku aktîf tevlî çalakiyan bibin.

Ser navê MLKP’ê Tayfûn Tayfûn diyar kir ku li ti derê cihanê û di ti şerî de ev bê exlaqî û wahşeta ku AKP’e li Kurdistanê dimeşîne nehatiye dîtin û wiha got: “Em li benda ti rizgarkerekî namînin, rizgariya me têkoşîna me ye.” Di axaftina li ser navê PYD’ê hat kirin de girîngiya yekîtiya têkoşîna Kurdan a li hember hikûmeta Tirk û hovîtiya DAIŞ’ê hat behskirin.

Çalakî piştî dirûşmên li dijî Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û AKP’ê, bi dawî bû.

 ZURÎH

Pêkhateyên DEMKURD û Yekîtiya Hêzên Demokratîk ên Swîsreyê li pêşiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Zurîhê polîtîkayên şer ên AKP’ê protesto kirin. Di axaftinan de hat gotin ku gelê Kurd ê li hember konsepta şer a Erdogan li ber xwe dide garantiya demokrasiya Tirkiyeyê jî û wiha hat gotin: “Heta ku gladîoya AKP’ê vala derkeve, em ê li her qadê li ber xwe bidin.”

...