Li Elmanya û Fransa çalakiyên 'Cizîrê'

Hikûmeta AKP’ê li Elmanya û Fransa hatin protestokirin.

Hikûmeta AKP’ê li Elmanya û Fransa hatin protestokirin.

Li gelek navendên Elmanya û Fransa komkujiya AKP’ê ya li Cizîrê hat protestokirin. Di çalakiyan de ji dewletên Ewropayê hat xwestin ku ji bo rawestandina komkujiyan bikevin nav hewldanan.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, li ser banga Komîteya Çalakiyan a Cizîrê û tevlîbûna sedan kesan çalakiya rûniştinê didome.

Serokatiya Meclîsa Herêmê qebûl kir ku bi heyeteke ji çalakvanan re hevdîtinê pêk bîne. Heyeta ji sê kesan di hevdîtinê de behsa komkujyên AKP’ê kir û xwest Ewropa mudaxele bike. Çalakvanan diyar kirin ku eger Ewropa ne hestyar be wê ji komkujiyan berpirsyar be.

Serokatiyê jî diyar kir ku pêşveçûnan ji nêz ve dişopînın, ji bo hewldanên pêwîst wê dosya û daxwazan radestî Wezareta Karên Derve bikin.

DRAGUÎGNAN

Kurdistaniyên li herêma Dragûîgnan a Başûrê Fransa dijîn, pêkanînên dij mirovî yên li Cizîrê protesto kirin. Kurdistaniyên çalakiya rûniştinê pêk anîn, rastî eleqe û û piştevaniya çaemenî û raya giştî ya Fransa hatin.

FREÎBURG

Li bajarê Freîburg ê Elmanyayê ji bo raya giştî ji komkujiyên di serî de li Cizîrê, yên li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk pêk tîne agahdar bikin, stand vekirin. Stand îro saet 15.00’an li Kaiser Joseph Straße hat vekirin. Sibe jî wê di navbera saet 15.00-20.00’an de vekirî be. Di tevahiya çalakiyê de wê belavok bên belavkirin.