Endamên Ciwanên Azad û Ciwanên Zagros îro li Swêdê medyayên dîtbarî û nivîskî ziyaret kirin. Dosyayên ku êrîş û bomberdûmanên li Tirkiye û Kurdistanê li hember Kurdan pêk hatine teslîmî rayedaran kirin.
Ciwanan diyar kirin ku li gelek cihên Kurdistanê rewşa awarte heye û ev hefteyeke Cizîrê di bin dorpêça leşkeran de ye. Ciwanan bang li endamên medyayê kirin ku bila hişyar bin û vê mijarê têxin rojeva raya giştî.
Di nav cihên ku ciwanan ziyaret kirin de saziya herî mezin a medyaya Swêdê ajansa nûçeyan TT, Televizyona Dewletê ya Swêdê û li Swêdê rojnameyên tîrajên wan herî bilind; Aftonbladet, Expressen û Dagens Nyheter hene.
Ciwanan nav û telefonên kesên ku li Cizîrê mirov dikare pêre têkeve têkiliyê jî dan rayedaran. Ciwanan gotin ji bo bûyerên li Tirkiye û Kurdistanê li Swêdê têxin rojeva raya giştî, wê xebatên xwe zêdetir bikin.
Îro li rojnameyên Swêdê yên herî bi nav û deng de li ser êrîşên dewleta Tirk, hêzên nijadperest û faşîst ên li hember Kurdan û HDP’ê gelek nûçe û gotar hatin weşandin.
Dagens Nyheter di rûpela yekemîn de nûçe-analîzek dirêj bi sernivîsa “Erdogan şerê hindirîn sor dike” weşan kir. Di heman rojnameyê de gotara bi sernivîsa “ji Erdogan re serî netewandin” bê xwesteka Erdogan a Serokdewletê çawa welat diajo nav şerê hundir digire dest.
Ji Sernivîskarên Svenska Dagbladetê Ivar Arpî bi gotara sernivîsa wê “Şerekî hundir nû uê Tirkan” e, têkçûna Erdogan a 7’ê Hezîranê û ji bo dengên nîjadperestan bigire dikeve nav manevrayan digire dest.