Fete de l’Humanite destpê kir

Fete de l’Humanite (Şahiya Mirovatiyê) ya 80 sal in ji aliyê Partiya Komunîst a Fransa û navgîna wê ya weşanê rojnameya l’Humanite ve tê lidarxistin, danê sibehê destpê kir.

Fete de l’Humanite (Şahiya Mirovatiyê) ya 80 sal in ji aliyê Partiya Komunîst a Fransa û navgîna wê ya weşanê rojnameya l’Humanite ve tê lidarxistin, danê sibehê destpê kir. Di çarçoveta Şahiya Mirovatiyê ya deriyê xwe ji mêvanan re vekir, gelek tevgerên çepgir, sendîka, tevgerên neteweyî, komele standên xwe vekirin.

Di çarçoveya şahiyê de HDP, Konseya Kurd a Demokratîk  û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Creîlstandên standên xwe vekirin. Di her sê standan de jî wê panel bên lidarxistin. Dîsa di çarçoveya şahiyê de wê mevanên ji Rojava jî hebin. Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah û Hevseroka Meclîsa Gel a Rojava Sînem Muhammed, di bin serenava “Rojava û Têkoşîna Jinên Kurd” de wê tevlî panelan bibin. Di heman demê de Nesrîn Abdullah wek mêvana Partiya Komunîst wê roja Yekşemê xîtabî sedhezaran bike.

Li ser navê HDP’ê yek ji nûnerên Ewropa yê HDP’ê Farûk Dorû têkildarî pêşketinên siyasî yên li Tirkiyeyê wê tevlî panelan bibe. Parlamenterên HDP’ê Mîzgîn Irgat û Erol Dora jî ji bo tevlî panelan bibin di nav mêvanên şahiyê de bûn. Lê belê ji ber peşveçûnên li welêt bernameyên xwe betal kirin.

Komeleya Piştevaniyê ya Fransa Kurdistan ji aliyê Fransiyan ve hatiye avakirin wê xebatên xwe yên têkildari kampanyaya ji bo koçberên şer ên Kobanê û Şengalê bi rê ve bibin. Her wiha wê komele roja Şemiyê saet 18.00'an di konên xwe de ji bo sê jinên şoreşger ên li Parisê hatin qetilkirin merasîmeke bîranîne pêk bîne.

Navên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parisê hatin qetilkirin li yek ji cadeyen esasî yên şahiyê ve hat kirin.

Kolektîfa Piştevaniya bi Jinên Kobanê re, wê di tevahiya şahiyê de projeyên jinan ên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bidin diyarkirin. Tevgera Jinên Kurd jî wê ji bo zarokên Kobanê alîkarî kom bike.

Wêneyên ku girtiyên di girtîgehên cuda de yên Tirkiyeyê de çêkirine wê di şahiyê de bên pêşandan.

...