'Azadiya Ocalan azadiya me ye, pêwîst e PE û CPT têkevin tevgerê'

Di daxuyaniya çalakiya ji bo azadiya Ocalan a li pêşiya PE’yê de hate xwestin ku tecrîd bê rakirin û bi lezgînî PE (Parlamentoya Ewropa) û CPT(Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê) bikevin nav tevgerê.

Di daxuyaniya çalakiya ji bo azadiya Ocalan a li pêşiya PE’yê de hate xwestin ku tecrîd bê rakirin û bi lezgînî PE (Parlamentoya Ewropa) û CPT(Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê) bikevin nav tevgerê.

Di daxuyaniya çalakiya ji bo azadiya Ocalan a li pêşiya PE’yê de hate xwestin ku tecrîd bê rakirin û bi lezgînî PE û CPT bikevin nav tevgerê.

Bi pêşengiya Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî li pêşiya PE (Parlamentoya Ewropa) Kurdistaniyan dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn ji bo armanca çalakiyê daxuyanî dan. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, Parlamenterê berê yê Wan ê BDP’ê Ozdal Uçer, Hevserokê PJAK’ê Hacî Ehmedî û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn û her diçe hejmar zêdetir dibe.

‘DIVÊ CPT Û PE BI LEZGÎNÎ BIKEVIN NAV TEVGERÊ’

Berîtan Karaboga li ser navê Însiyaîifa ji Ocalan re Azadî der barê armanca çalakiya wê 2 rojan bidome de daxuyanî da û bal kişand ser tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Karaboga got ku destpêkê PE û CPT ji bo ev tecrîda li ser Ocalan bi azadiyê encam bibe bikevin tevgerê û destnîşan kir ku azadiya Ocalan aştiya li Tirkiyeyê garantî dike.

Karaboga diyar kir ku ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn a Demokratîk pêwîstiya gelan bi Ocalan heye û xwest ku ji çar aliyê cîhanê daxwaza 10 mîlyon kesên ku azadiya Ocalan dixwazin bi lezgînî PE û CPT bi ketina nav tevgerê pêk bînin.

‘GARANTIYA AŞTIYÊ OCALAN E’

Piştî Karaboga mafê axaftinê Hevserokê KCD-E’yê Mûrat Ceylan girt û bal kişan ser polîtîkaya tecrîdê û diyar kir ku di vê pêvajoya têde ne êdî li hember girtina Ocalan sebra gelê Kurd nemaye.

Hevseroka KCD-E’yê Dilşah Osman ji berpirsiyartiya ser mile PE’yê bi bîr xist û ji bo wezîfeyê bang li PE û CPT’ê kir.

Piştî axaftinan jî çalakiya rûniştinê didome. Êvarî ji bo pêşveçûnên herî dawî yên li Kurdistanê ragihîne Endamê Konseya Rêveber Zubeyîr Aydar wê tevlî civînê biba, lê ji bo programek wî derketiye li şûna wî wê Kartal tevlî civînê bibe.

Çalakvan wê êvarî di konên li qada çalakiyê hatine vekirin de bimînin.

...