Ciwanên Kurd li Bîelefeld çalakî pêk anîn
Li bajarê Bîefeld ê Elmanyayê ciwanên Kurd bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke bi pankart li dar xistin.
Li bajarê Bîefeld ê Elmanyayê ciwanên Kurd bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke bi pankart li dar xistin.
Çalakiya ciwanên ku pankarta , “Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser aştiyê ye” li cadeya herî qerebalix a bajêr daliqandin, rastî eleqeyeke mezin hat.
Ciwanan bi pireke li ser heman cadeyê jî pankarteke bi heman nivîsê daliqandin.
Çalakvanên ku xwe wek Ciwanên Apoyî bi nav dikin diyar kirin ku wê çalakiyên wan bidomin.