Li Ewropa ji bo Cizîrê çalakî û hevdîtin destpê kirin
Li gelek deverên Ewropa komkujiya ku AKP li hember gelê Cizîrê pêk tine tê protestokirin. Kurdistanî ji bo hişyariyekê ava bikin dest bi hevdîtinan kirin.

DEN HAAG
Li Den Haag li pêşiya Wezareta Karên Derve ya Hollandayê komkujiya Cizîrê tê protestokirin.
Bi sedan çalakvan bi zimanekî tund dewleta Tirk û AKP’e şermazer kirin û dirûşmên, “Qatilên Zarokan”, “Tirkiyeya Terorîst” qîr kirin. Tevlîbûna çalakiyê her diçe zêde dibe.
MARSÎLYA
Nûnerên DKTM’ê ya bajarê Marsîlya ya Fransayê ji bo li hember komkujiyên Cizîrê hişyariyek çêbibe bi Walîtiyê re hevdîtin pêk anîn.
Di hevdîtinê de dosyayeke têkildarî terora AKP’ê hat pêşkêşkirin û bangawaziya berpirsiyartiyê hat kirin. Nûnerên Walîtiyê jî gotin bûyer di rojeva wan de ne û çi ji dest wan tê wê hewl bidin ku pêk bînin.