Li Grazê ji bo Cizîrê protesto
Îro li bajarê Graz ê Awûstûryayê berxwedana Cizîrê hat silavkirin. Êrîşên polîsan jî hat protestokirin.

Mîtînga ku DKTM ya Grazê amade kir, bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan li Sudtiroler Platzê destpê kir.
Di belavokên hatin belavkirin de bal kişandin ser êrîşên li hember Kurdistanê pêk tên û nîjadperestiya ku bi pêşengiya Serokkomarê Tirk Erdogan û AKP’e pêş dikevin.
Di belavokan de tê diyarkirin ku Tirkiye nêzî şerê hundirîn e û tê xwestin ku tavilê dewleta Tirk dorpêça xwe ya Cizîrê rake. Hate xwestin ku raya giştî li hember van bê deng nemînin û Yekîtiya Ewropa di vê mijarê de piştgiriya Kurdan bike û li ser dewleta Tirk zextê ava bike.
Mîtîng di saet 17.00’an de bi dawî bû.