Faşîst xwe amade dikin êrîşî Navenda Civaka Kurd a Kolnê bikin
Hat diyarkirin ku faşîstên li navenda bajarê Koln ê Elmanyayê kom bûne ber bi Navenda Civaka Kurd a ve dimeşin.
Hat diyarkirin ku faşîstên li navenda bajarê Koln ê Elmanyayê kom bûne ber bi Navenda Civaka Kurd a ve dimeşin.
Bi hedefnîşana AKP’ê re êrîşên li hember sazî û dezgehên gelê Kurd didomin. Êrîşên faşîst ên di serî de li hember HDP’ê, saziyên Kurd û çepgir ku ji aliyê AKP’ê tên teşwîqkirin, hat diyarkirin ku faşîstên li bajarê Koln ê Elmanyayê kom bûne, ber bi Navenda Civaka Kurd ve dimeşin.
Hat raghandin ku komeke ciwan ji bo parastinê li Navenda Civaka Kurd in. Her wiha ciwanan bang li ciwanên Kurdistanî û welatparêzan kirin ku li hember vê êrîşê xweparastina xwe bikin.