Ciwanên ku li Kolana Girtigehê ya Amedê êrîşên li ser gelê Kurd şermezar kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan bi guleyên rastî û bombeyên gazê êrîşî ciwanan kir û yek jê zarok 2 kes birîndar kirin.
Li Taxa Fatihê ya navçeya Rezan a Amedê komek ciwan bi boneya êrîşên polîsan ên li ser gelê Kurd pêş dikevin şermezar bikin, çalakî pêk anîn. Ciwanên ku li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê kom bûn û çalakî pêk anîn rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsên hatin cihê çalakiyê bi guleyên rastî û bombeyên gazê êrîşî ciwanan kir. Di êrîşa polîsan de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn. Zarokê bi guleya polîsan ji zikê xwe ve birîndar bû, ji aliyê polîsan ve hat rawestandin û destûr nedan ku ambulans wî bibin nexweşxaneyê. Birîndar li taxê tên rawestandin.
Bûyer di navbera polîs û ciwanan de didome.