Li Mersînê hewldana komkujiyê

Li navçeya Akdenîzê ya Mersînê piştî çalakiya bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Cizîrê polîsan ji qereqolê tax gulebaran kir. Di encama êrîşê de gelek mal û kargeh hatin gulebarankirin.

Li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê piştî çalakiya bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Cizîrê polîsan ji qereqolê tax gulebaran kir. Di encama êrîşê de gelek mal û kargeh hatin gulebarankirin.

Li navçeya Akdenîzê ya Mersînê hewildanên komkujiyê yên li Cizîrê ji aliyê gel ve hat şermezarkirin û piştî çalakiyê polîsan ji qereqolê bi çekan tax gulebaran kirin. Di encama gulebarana polîsan de gelek gule ji mal û kargeh ketin û bi şans ti kes nemir û birîndar nebûn.

BI ŞANS XILAS BÛN

Gelek gule li mala welatiyê bi navê Tahîr Kaya ê ku li taxa Guneşê ya Akdenîzê dijî ketin û bi şans ti kes nemirin û birîndar nebûn. Guleya ji deriyê şaneşînê hat li televîzyona bi dîwar re ve hatiye daliqandin ket. Dîsa gelek gule li malê ketin. Kaya diyar kir ku bi şans ti kes nemirin û li hemberî wan zilim pêk tê. Kaya anî ziman ku têkildarî êrîşê  çû Qereqola Sîteler û gilî kir.

Di encama gulebaranê de gelek gule li avahiyan ketin û kargehên li tTxa Şevket Sumer ketin. Welatiyên tax bertek nîşanî êrîşa polîsan a çekdarî da. Li gelek taxên Akdenîzê rageşî berdewam dike û esnafan dikanên xwe venekirin.