Di pêşengiya jinan de li Dortmund çalakiya rûniştinê

Li Dortmund di pêşengiya Meclîsa Jinan a Rozerîn de girseya kom bû, polîtîkayên şer ên AKP’ê protesto kir û xwedî li berxwedana Cizîrê derket.

Li Dortmund di pêşengiya Meclîsa Jinan a Rozerîn de girseya kom bû, polîtîkayên şer ên AKP’ê protesto kir û xwedî li berxwedana Cizîrê derket.

Girseya li bajarê Dortmund ê Elmanyayê di pêşengiya Meclîsa Jinan a Rozerîn de kom bû, bi armanca şermezarkirina faşîzma AKP û DAIŞ’ê çalakiya rûniştinê pêk anî. Endamên DÎDÎF, Jinên Koçber, PYD, SKB tevlî çalakiyê bûn.

Di axaftinan de hat gotin ku di mirina her leşker û mirovekî de Erdogan û AKP berpirsyar in û hat destnîşankirin ku pêwîst e Yekîtiya Ewropayê ji vê komkujiyê re bêje bes e.

Di axaftinan de hat gotin ku wê ji îro pê ve her roj çalakî pêk werin û banga hestyariyê li kesên li Dortmud û derdora wê dijîn hat kirin.

Ji bo çalakiya 12’ê Îlonê jî bang hat kirin.