HDP: Mafê wergirtina agahiyan û azadiya ramanê di bin piyan de ye
HDP’ê li hember êrîşên li ser çapemeniyê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku AKP dixwaze beriya hilbijartinan rewşeke awerte ava bike.
HDP’ê li hember êrîşên li ser çapemeniyê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku AKP dixwaze beriya hilbijartinan rewşeke awerte ava bike.
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Parlamenterê HDP’ê yê Antalya Sarûhan Olûç têkildarî êrîşên li hember çapemeniyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Olûç di daxuyaniya xwe de got: "Zextên AKP û Qesrê yên li ser azadiyên wergirtina agahiyan û îfadeyê bi awayekî piralî didome. Bi êrîşa AKP-Qesr a li hemberî rojnameya Hurriyetê re merheleyeke nû ya di zextên li ser çapemenî û înternetê destpê kiriye.” Olûç wiha dewam kir:
'BERIYA HILBIJARTINAN REWŞA AWARTE'
Komek di nav wan de Serokê Giştî yê Şaxê Ciwanan ê AKP’ê û Parlamenterê Stenbolê Abdûrrahîm Boynûkalin jî ku heye bi daran êrîş birin ser avahiya Hurriyetê, lê ev êrîş ji aliyê ewlehiya apartmanê bi zorê hatiye sekinandin. Dest ji teşwîqkirinê berdin, ferasetek ku nikaribe li hember van derkeve û biçe ser wan, wê demê der barê pêşeroja demokrasiyê de ti soza wê nemaye.
Di nav wan de Ajansa Nûçeyan Dîcle (DÎHA) ev 12’emîn car tê girtin jî têde zextên li ser web sîteyên mûxalifan, êrîşên li ser saziyên medyaya bingehîn, bi operasyon û kampanyanê reşkirinê û girtinên rojnamevanên biyanî, atmosfera ku derdora AKP-Qesr dixwazin beriya hilbijartinan wekî ‘rewşeke awarte’ çêbikin nîşan dide.
Bi van rêbazan Qesr nikare desthilatiya xwe bidomîne, bi zorê û hîleyan 400 parlamenteran derxe û xwe bike Serokdewlet. Niha ev hewldanên ku ji aliyê darbeya Qesrê ketiye meriyetê ya astengkirina wergirtina nûçeyan û xwe îfadekirina gel wê têk biçin.
'BÊ DENG NEMÎNIN'
Olûç diyar kir ku ‘Dema kesên ji bo karibin hebûna xwe bidomînîn zext, şîddet û pevçûnan bi kar tînin, bi dawî bûye’ û wiha axivî: “Em van êrîşan şermezar dikin. Kesên agahî girtinê, xwe îfadekirinê û azadiya fikr û ramanan asteng dikin, demokrasiyê jî tehrîb dikin. Em bang li tevahî medyayên neteweyî û nawneteweyî û saziyên ragihandinê dikin. Ji wan re bêjin ‘bisekinin’, li hember êrîşên di pîvanên gerdûnî de stendina agahiyan, azadiya fikir û raman re bêdeng nemînin.”