BI DÎMEN

Berîvana Cizîrî: Cizîrê serî netewand wê netewîne jî

Bêrîvana Cizîrî ya sembola serhildanên salên 1990’an a Kurdistanê bû, got: "Min dixwest li Cizîrê bûma û serê govenda azadiya kişandiba.”Cizîrî bang li AKP'ê kir û peyama, “Berxwedana li Cizîrê ti carî naşike” da.

Bêrîvana Cizîrî ya sembola serhildanên salên 1990’an a Kurdistanê bû, got: "Min dixwest li Cizîrê bûma û serê govenda azadiya kişandiba.”Cizîrî bang li AKP'ê kir û peyama, “Berxwedana li Cizîrê ti carî naşike” da.

Kurdan Bêrîvana Cizîrî sala 1992’yan dema pêşengî ji serhildana li hember komkujiya dewleta Tirk a li Cizîrê pêk anî re nas kir. Dîmenên jineke ciwan a Kurd a rûyê bi destmalê pêçandî, milekî wê birîndar û bi milê din meydan ji tîmên taybet ên  Tirk re dixwar, 23 sal in di hişê mirovan de hê jî zindî ne.

Ev jina ciwan a li kolanên Cizîrê di şexsê tîmên taybet de meydan li dewleta Tirk dixwend, bi eslê xwe Cizîrî ye wek zarokeke malbateke welatparêz mezin dibe. Ji têkoşîna azadiyê ya di salên 1990’an de li Kurdistan pêş ket bandor dibe û tevlî nav têkoşînê dibe. Demekê ku di girtîgehê de dimîne paşê serbest tê berdan. 21’ê Adara 1992’yan di serî de li Nisêbîn û Cizîrê li gelek navendên Kurdistanê ku serhildan pêş dikevin, Bêrîvana Cizîrî jî xwe di nav serhildanan de dibîne; dibe sembol û pêşenga serhildanan.

Berîvana Cizîrî, berxwedana 21’ê Adara 1992’tan a bibû sembola wê û komkujiya dewleta Tirk ji ANF’ê re nirxand.

'TENÊ BEDENA TAZÎ YA GEL; ÎRADE Û BAWERÎ HEBÛ'

Cizîrî, diyar kir ku 21’ê Adara 1992’yan weke li gelek deverên Kurdistanê li Cizîrê jî gel dixwest Newrozê pîroz bike, lê di encama êrîşên dewleta Tirk de gelek kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bûn.

Cizîrî,  komkujiya wê rojê bi van gotinan vegot: "Dema em di nav amadekariyan de bûn, me dît ku li ber gora Mem û Zîn tank hatine bicihkirin. Polîsan gotin, ‘Eger hûn bimeşin em ê we gulebaran bikin’. lê gelê hejmara wan bi sedan û hezaran bû paşde gav neavêt. Di meşê de bi biryar bû. Di kesekî tirs nînbû. Em di meşê de bi biryar bûn. wê demê ez li pêş bûm. Min ji hevalan re got, ‘Ez ê biçim ser tankê’ û min got, ‘Eger ez şehîd bikevim cenazeyê min di destê dijmin de nehêlin’. Û ez meşiyam. Di wê navberê de mesafe di neqeba min û a gel de çêbibû. Gel gulebaran dikirin. Gel paşde gav nediavêt. Wê demê ji ber gulebaranê ez ji milê xwe birîndar bûm. Min xwe avêt kolanê. Ez çûm min cardin gel anî. Em careke din di kolanê de meşiyan. Em ber bi Taxa Çemkûr ve meşiyan. Vê carê bi hêzeke mezintir hat bi ser me de. Bi sekvanan gel gulebaran dikirin. Barbariyeke mezin bû. Mîna komkujiyeke weke ya îro bû. Ê gel jî tenê bedena wan a tazî hebû. Îrade û bawerî hebû.”

'TILÎLIYÊN DAYIKAN HÊZ DA MIN'

Cizîrî diyar kir ku hêza çûna ser tankan ji gel girt û wiha dewam kir: "Tilîliyên dayikan hêz da min, bawerî dida min. Min cesaret û moral digirt. Min ji xwe re ev got; 'Îro çi dibe bila bibe divê ez pêşengiyê ji gel re bikim.’ Wê demê çapemenî û telefon nînbûn. Cizîrê bi temamî di bin tecrîdê de bû. Li gor dilê xwe gulebaran dikirin. Kesên dixwestin gulebaran dikirin. Tam 7 rojan qedexeya derketina derve hebû. Tenê firin û dermanxane vekirîbûn. Dîsa mîna îro zarok gulebaran dikirin. Sekvanan zarokên ji bo nan diçûn firinan gulebaran dikirin."

'CIZÎRÊ BÛYE KOBANÊYA DUYEMÎN’

Cizîrî anî ziman ku piştî 23 salan dîtina berxwedaneke bi heman rengî têde hestên cuda çêdike û got: "Îro gelê me di bin komkujiyekê de ye. Hestên min furiyane, dikelin. Ez ji aliyekî ve kêfxweşim, ji aliyê din ve jî xemgînim. Ji ber ez ne li wir im xemgînim. Dibe ku ez fizîkî li vir bim, lê wek ruh û fikir ez li Cizîrê me. Şev û rojên min ne diyar in. Xwezî ez îro li wir bûma, şehîd ketibama û li ser destên dayik û ciwanan hatibama veşartin. Tenê di serê wê meş û govendê de ez hebûma. Îro bi hezaran kes tax û kolanên xwe diparêzin. Li hemberî tank û topan berxwedaneke cidî heye. Biryardariyek mijara gotinê ye. Bi rojane li ber xwe didin. Min jî dixwest ez li wir bûma û di eniya pêşde bûma."

Cizîrî destnîşan kir ku gelê Cizîrê ti carî teslîmiyetê qebûl nake û got, "Bila AKP vê zanibe; Gelê Cizîrê ti carî serî netewandiye, natewîne jî. Heta niha li ber xwe daye û wê li ber xwe jî bide. Îro her kes behsa Cizîrê dike. Bûye Kobanê ya duyemîn.”

'EV BERXWEDAN TI CARÎ NAŞIKE'

Bêrîvana Cizîrî kesên li kolanên Cizîrê li ber xwe didin silav kir û got: “Gelê Cizîrê ti carî serî netewand û wê netewîne jî. Ez destê wan dayikan maç dikim. Ez çavên ciwanan maç dikim. Ez ji vir hezar silavan ji gelê Cizîr, Nisêbîn, Gever, Silopiya, Farqîn, Şirnexê re dişînim. Gelê Botanê gelê Kurdistanê bi cesaret e. Ev berxwedan ti carî naşike.”