Li Îngilîstanê sîteyek ji serdema berî dîrokê maye hat dîtin
Hat ragihandin, ku li Îngilîstanê ji Stonehenge ya serdema neolîtîkê mezintir sîteyek hatiye dîtin.
Hat ragihandin, ku li Îngilîstanê ji Stonehenge ya serdema neolîtîkê mezintir sîteyek hatiye dîtin.
Hat ragihandin, ku li Îngilîstanê ji Stonehenge ya serdema neolîtîkê mezintir sîteyek hatiye dîtin.
Sîte li herêmeke nêzî Stonehenge ya navdar a ji serdema neolîtîkê maye, hat dîtin. Hat gotin ku ev sîte herî kêm ji 90 keviran pêk tê.
Saziya bi navê The Stonehenge Hidden Landscapes Project da zanîn ev kevir hemû bi qasî 1 metreyekê li binê erdê hatine raxistin û diyar kir ku ev sîteya ji dema beriya dîrokê maye, bi şeklê glovereke ji 500 metreyî heta 1.500 metreyî ye.
Arkeolog Vîncent Gaffney der barê vedîtinên xwe de agahî da û got, "Ji me bû ev heta berpal û çalek bû" û bal kişand ser girîngiya vedîtinên xwe.
Di lêkolînên hevpar ên Zanîngeha Bîrmîngham û Estîtuya Lûdwîg Boltzmann a Viyaan de derket holê ku peykerên ji kevir ê herî mezin 4,5 metre ye, bi şeklê 'C' hatine raxistin û emrê vê herî kêm 4 hezar 500 salî ye. Bi vî rengî hat fêmkirin ku sîteya nû di heman dema Stonehenge yan jî beriya wê hatiye çêkirin.
Peykerên bîrdariyê hînê ji binê erdê nehatine derxistin. Arkeolog Wolfgang Neûbaûer di wê baweriyê de ye ku hejmara van keviran dibe ku 200 be û got, "Ev vedîtineke fantastîk e."
Lê belê ji ber ku bi tenê 90 kevir hatine dîtin, tê gotin ku pêkane kevirên din di çêkirina Stonehenge ya li nêz de hatine bikaranîn. Li gorî Neûrbaûer, bi peykerên bîrdariyê yên li sîteya nû hatine dîtin re agahiyên der barê serdema beriya dîrokê tên zanîn, di asteke girîng de wê werin guhertin.
Wolfgang Neûbaûer da zanîn ku tê zanîn yên sîteya Stonehenge ava kirine li heman gundî dijiyan û anî ziman ku aşkera ye, yên kevirên nû hatine dîtin çêkirine jî li heman qadê jiyane.