Di mîtînga Enqereyê ya Aştiyê de qedexeya Qesrê
Nûnerên saziyên sivîl ên li dijî şer, bi boneya şerê li herêmê bi dawî bibe bi pankarta "Wê qesr bê xerakirin, gel wê bi ser bikevin" xwestin bimeşin.
Nûnerên saziyên sivîl ên li dijî şer, bi boneya şerê li herêmê bi dawî bibe bi pankarta "Wê qesr bê xerakirin, gel wê bi ser bikevin" xwestin bimeşin.
Nûnerên saziyên sivîl ên li dijî şer, bi boneya şerê li herêmê bi dawî bibe bi pankarta "Wê qesr bê xerakirin, gel wê bi ser bikevin" xwestin bimeşin. Lê polisan pankart kir hincet û destûr neda girse bimeşe. Lê girseyê bertek nîşanî polîsan da û diyar kir ku ew ê her dem li dijî şer derkevin.
Polîs, leşker, tîmên taybet, qeymeqam, walî û hemû rayedarên dewletê li Kurdistanê şerê taybet dane destpêkirin. Li Tirkiyeyê jî kesên aştî û demokrasiyê diparêzin asteng dikin. Endam û nûnerên saziyên sivîl ên civakî, parêzvanên mirovan, siyasetmedar û rewşenbir li Kolana Torosê civiyan meşiyan. Çawa girsê dest bi meşê kir, polîs û nîjadperestan girse asteng kir. Girseyê di meşê de pankarta "Em şer naxwazin" vekir û dirûşmên, "Bijî biratiya gelan", "Qesr şer dixwaze gel jî aştî", "Em nahêlin ku hûn şer derxin" û "Kujer dewlet ji Kurdistanê her e" berz kirin. Di meşê de girseyê wêneyên zarokên ku ji alî polîsan ve hatin qetilkirin rakirin û bi çepik tililîyan heta Qada Kolejê meşiyan. Di meşê de dayikên zarokên di berxwedana Gezî, qetlîama Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane û dayikên aştiyê cîh girtin. Dayikan gotin "Em nahêlin ku şer derkeve."
DESTÛR NEDAN PANKARTÊ
Gava girse ket kolana Kolejê, polîsan ji ber pankarta "Wê qesr bê xerakirin, gel wê bi ser bikevin" meş asteng kir. Piştî polîsan got "Di vê pankartê de gef heye." Parlamenterê HDP Sirri Sureya Onder ket navberê. Li gel Onder bi Walî re axivî ji dîsa destûr ji pankartê re derneket. Onder bertek nîşanî biryara rêveberiyên dewletê da û got "Her hes bûye qral. Nahêlin gel biçe qadê."
Girseyê astengiya polîsan şermezar kir û li derveyî qadê daxuyanî dan. Daxuyaniyê bi çepik û tilîliyan destpê kir. Endama KESK'ê Sûltan Saygili daxuyanî xwend û destnîşan kir ku dewlet li Kurdistanê mirovan binçav dike, digire û qetil dike û got: "îro em li vir li dijî şer hatin cem hev. Lê kesên şer dixwazin erîşî kesên aştiyê dixwazin kir û destûr nedan aştîxwaz bimeşin."
Saygilî, da zanîn ku şerxwaz, careke din li dîwar ketin û wiha got; "Êdî malbatên leşkeran jî şer naxwazin." Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşma "Wê AKP'a kujer hesab bide", çepik û tilîliyan belav bû.