Malbata leşker: AKP’ê şer da destpêkirin ne kesekî din

Cemal Aksari bavê leşkerê bi navê Cîhan Aksari yê li Geliyê Doskî hat kuştin, li hember şerê ji aliyê Qesrê ve hat destpêkirin nerazîbûn nîşan da. Bavê leşker got: "Hikumetê ev kir. ne kesekî din.”

Cemal Aksari bavê leşkerê bi navê Cîhan Aksari yê li Geliyê Doskî hat kuştin, li hember şerê ji aliyê Qesrê ve hat destpêkirin nerazîbûn nîşan da. Bavê leşker got: "Hikumetê ev kir. ne kesekî din.”

Cemal Aksari bavê Cîhan Aksari yê dema ku leşkertiya mecbûrî dikir di serdegirtina Geliyê Doskî de jiyana xwe ji dest da got: “Hikûmetê ev kir, ne kesî din.”

Cemal Aksari ji bûyeran hikûmet berpirs girt û wiha axivî: “Ez her roj li rojhilat bûm. Bi TIR’an diçûm her roj li wê derê bûm. Bê çi, çi ye ez baş dizanim. Bila kes ji derve çîrokan ji min re nebêje.  AKP’ê ev anî serê kurê min, ne kesî din.”

Serokkomar Erdogan, roja berî wê tevlî bernameyek televizyonê bibû û der barê malbatên leşkeran ên ku bertek li dijberî şer nîşan dabûn axaftina “bê karakter in” bi kar anîbû.