KCD-E: Pêwîst e Ewropa jî ji bo piştevaniya bi Cizîrê re bikeve nav çalakiyên lezgîn
Koordînasyona KCD-E, bang li Kurdistanî û hêzên demokrasiyê yên li Ewropayê kir ku ji bo piştevaniya heta dawî ya bi gelê Cizîrê re bikevin nav çalakiyên lezgîn.
Koordînasyona KCD-E, bang li Kurdistanî û hêzên demokrasiyê yên li Ewropayê kir ku ji bo piştevaniya heta dawî ya bi gelê Cizîrê re bikevin nav çalakiyên lezgîn.
Koordînasyona KCD-E, diyar kir ku li Cizîrê 10 rojên dawî ne şerê ku dewleta Tirk bi tank, top û helîkopterên Kobra pêk tîne, li hember vê jî gel bi jin, zarok, îxtiyarên xwe têkoşîneke azadî û rûmetê dimeşîne.
KCD-E di daxuyaniya xwe de got: “Polîsên AKP û Erdogan bi zanebûn êrîşî gel kirine, di vê pêvajoyê di nav de jin û zarok jî ku hene 20 mirovên sivîl hatine qetilkirin.
Dewleta Tirk bi navbeynkariya çapemeniya AKP’ê dorpêçkirina Cizîrê dixwaze wek “têkoşîna li hember terorîzmê” nîşan bide; dixwaze komkujiya li Cizîrê bêdeng û kûr bi rê ve bibe.
‘LI TEVAYÎ BAJARÊN EWROPA ÇALAKIYA LEZGÎN!’
KCD-E di dewama daxuyaniya xwe de got: “Gelê Kurdistan li Ewropayê li her cihê lê divê bikeve nav berxwedanê, li hember gelê me ku polîtîkayên mirinê tên meşandin, divê dest ji kar, hêz û dibistana xwe berde berxwedanê mezin û daîmî bike.
Bi vê armancê tevayî gelê me li ser esasê ku di çarçoveya qanûnî-demokratîk û rewa de bimîne, li hemû bajarên Ewropayê pêwîst e tavilê bikevin nav tevgerê û çalakiyên xwe pêş bixin.”