Li Elmanyayê ji bo Rojavayî û Şengaliyan maseya krîzê

NAV-DEM’ê ji bo piştevaniya bi malbatên ji Rojava û Şengalê re bên bang kir. NAV-DEM a têkildarî mijarê biryar girt maseya krîzê ava kir.

NAV-DEM’ê ji bo Rojavayî û Şengaliyên mexdûrê şer daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di şerê serweran daye destpêkirin de gelê neçar mane koç bikin mexdûr in. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku penaber di qaseyên kamyonan û nîvê deryayê de can didin û wiha hat gotin:

‘PÊWÎST E KURD LI XWIŞK Û BIRAYÊN XWE XWEDÎ DERKEVIN’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rayedarên Elman gotine em ti pereyan nadin penaberan û wiha hat gotin: “ Wek NAV-DEM bangawaziya me ji endamên me re ev e ku yên wekî penaber ji Rojava û Şengalê hatine dilê xwe û deriyên xwe ji wan re vekin. Xwedî li gelê xwe derketin, pêwîstiyeke welatparêzî û mirovahiyê ye. Em di wê baweriyê de ne ku wê Kurd û dostên wan ên li Elmanya dijîn, bi awayekî herî baş li birayên xwe yên penaber xwedî derkevin.”

BIRYARÊN HATINE GIRTIN Û JI GELÊ KURD RE BANGAWAZÎ

NAV-DEM di daxuyaniya xwe de li ser biryarên hatine girtin ev agahî û bangawazî kirin:

“Di nav de nûnerên NAV-DEM, YXK, CENÎ, FKE, PYD, CÎK jî têde maseyek krîzê hat avakirin.

Navêndên me giştî wê heman xebatê di cihê xwecihî de jî bikin. Komîsyonên me yên têkiliyên derve ji bo bajarên ku penaber lê zêde ne wê bi lezgînî komîsyonan ava bikin.

Wekî hevserokên NAV-DEM’ê em ê ji giştî Wezîrên Karên Hundir ên eyaletan û Navenda Penaberan a Nurnber re peymanan binivîsînîn. Di vê derê de em ê bi giştî endamên saziyên xwe daxwazên xwe yên hiqûqî, mirovî û di mijarên din de bi dildarî alîkariya penaberên Kurd bînin ser ziman û xwesteka xwe ya ketine têkiliya bi giştî bajarên navendên penaberan lê heyî bibêjin.

Bi daxuyaniya zimanê Elmanî wê ev xisûs ji raya giştî re bê ragihandin.

Di komîsyonên bê avakirin de divê hevalên me yên Rojavayî hebin.

Di destpêkê de parêzerên Kurd ji tevahî parêzerên dost re bangawaziya me ye ku li navendên krîzê  cihê bigirin û alîkariyên hiqûqî li mirovên me bikin.

Ji tevahî endamên me re bangawaziya me ye ku ji penaberên nû ji bo êşên wan kêm bibin deriyê xwe wek ‘Malbata Bira-Xwişk” vekin û ji bo ev malbat çend rojan li gel we bimînin piştgiriya vê projê bikin.

Zarokên bê malbat mane ji bo çend salan li gel xwe bigirin û li zarokên me xwedî derkevin.

Li Mûnchen, Dortmûnd, Dûsseldorf, Bremen, Osnabûrg, Hambûrg, Drenden, Leîpzîg, Aachen, Braûnschweîg û bajarên din ji bo pêwîstiyên mirovên me em bi cih bînin piştgiriya xwe bi navendên Civakî re qut nekin.

Cihên ku saziyên dewletê lê hene yekeyên me yên têkîliyên derve divê wergêrên Erebî û Kurdî dizanin amade bikin û piştgiriyê bidin mirovên me yên ku tên.

Pêwîst e tevahî dost têkevin nav vê xebatê. Bi giştî saziyên wî bajarî re bi hevparî maseyên krîzê bên avakirin.

Di Cejna Qurbanê de bi pêşengiya CÎK’ê divê saziyên dewletê bên ziyaretkirin."