Li Stockholmê li pêşiya Sefaretxaneya Tirk, AKP hat protestokirin

Li Stockholmê li pêşiya Sefaretxaneya Tirk bi armnaca protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û çalakiyek pêk hat.

Li Stockholmê li pêşiya Sefaretxaneya Tirk bi armnaca protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û çalakiyek pêk hat.

Komek Kurdistaniyên li paytext Stockholm a Swêdê dijîn ji bo êrîşên dewleta Tirk protesto bikin û piştgiriya xwe bi gelê Cizîrê ku hefteyeke di bin dorpêça hêzên dewletê de ye nîşan bidin, li pêşiya Sefaretxaneya Tirk çalakî pêk anîn.

Çalakiyê nêzî saet 13.00’an destpê kir, berî çalakiyê li derdora Sefaretxaneya Tirk, polîsan tedbîrên zêde yên ewlehiyê girtin.

Di çalakiyê de  dirûşmên, “Qatil Erdogan” û “Qatil Tirkiye”  hatin gotin. Her wiha di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê, KCK’ê hatin rakirin.

Dema çalakiyê hinek çalakvanan benda ewlehiyê derbas kirin û li pêşiya Sefaretxaneya Tirk çalakiya rûniştinê pêk anîn. Polîsan mudaxele kir. Polîsan dema xwestin çalakvanan bi zorê derxin, girseyî bi temamî barîqat derbas kir û li pêşiya Sefaretxaneyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Çalakvanan bi dirûşm û sirûdan çalakiya xwe domandin. Çalakiya ku 20 deqeyan berdewam kir bi dirûşma “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

...