Dewlet dixwaze bi darê zorê cenazeyê Kaya veşêre

Li gundê Mûşiyan a Dûtaxa Agiriyê de di 6’ê Kanûnê de leşkeran di dema operasyonê de Mûrat Kaya qetil kiribû. Îro jî bi darê zorê xwestin ku cenazeyê wî veşêrin.

Di 6'ê Kanûnê de leşker û polîsan bi ser gundê Mûşiyan ê Navçeya Dutaxê ya Agirê de girtibûn. Di serdegirtina leşker û polîsan de bavê 3 zarokan Mûrat Kaya hatibû qetilkirin, 10 kes jî hatibûn destgîrkirin.

Piştî êrîşa leşker û polîsan, gundî dev li dibistana gund kom kirin û li gund lêgerîn kiribûn. Leşker û polîsan zorê li malbata Kaya dikin ku îşev cenazeyê Kaya li gund defin bikin. Leşker 3 roj in cenazeyê Mûrat Kaya nadin malbatê û zorê li malbatê dikin ku îşev defin bikin. Endamên malbata Kaya diyar kirin ku rayedarên leşkerî hatin gund û wiha gotin: "Rayedar hatin gund û gotin 'An em ê îşev veşêrin an jî em ê bibin li goristana bêkesan veşêrin'. Lê me ev yek qebûl nekir. Divê em bi wecibeyên olî cenazeyê xwe veşêrin. Murat sivîl bû. Niha dixwazin em şev nîvê şevê cenaze veşêrin."