Li gel sozên ku hatin dayin jî bikaranîna plastîkan zêde dibe

Li gorî lêkolîneke ku li Ingilistanê hatî kirin, li  gel sozên ku şîrketên mezin dane jî, bikaranîna kîsên plastîk ku ziyanê didin atmosfer û derdorê zêde dibe.

Li gorî rapora hevpar a Greenpeace û Ajansa Lêkolînên Hawîrdorê (EIA) li gelek zincîrên supermarketên mezin mezaxtina kîsên plastîk ku bi karbondîoksîta bi atmosferê ve berdidin gemara hawîrdorê zêde dike, zêde bûye. Li gorî vê li 10 zincîrên supermarkêtan ên ku lil Brîtanyaya Mezin dixebitin, li 7'an jî firtoina kîsên plastîk zêde bûye.

Li gorî raporê 2017'an 886 hezar ton kîsên plastîk ên ku ji bo carekê têne bikaranîn, hatine mezaxtin û 2018'an ev bûye 903 hezar ton.

Di eynî raporê de hate bibîrxistin ku gelek zincîran soz dabûn ku bikaranîna poşêtên plastîk kêm bikin. Di raporê de hate gotin tenê Waîtrose, Tesco û Saînsbury kêm jî be, bikaranîna kîsên plastîk kêm kirine.

Greenpeace û EIA diya kirin şîrketên bi navenda Elmanya yên bi navê Aldî û Lîdl û Asda bikaranîna kîsên plastîk zêde kirine.