Ji ber hezîna axê ya li Bûrûndî bi kêmanî 38 kes mirin

Piştî barana zêde ya li bakurê rojavayê Bûrîndî û şûnde hezîn pêk hat û bi kêmanî 38 kes mirin.

Ji ber barana li gire Nyempûndû ya herêma Mûgîna ya girêdayî parêzgeha Cîbîtokeyê ax heziya.

Li gorî daxuyaniya polîsên Bûrûndî ya li ser tevnên civakî kirî, 22 jê li qiraxên gir bi giştî 38 kes mirine. Rayedar jî vê weke bîlançoyeke demkî dinirxînin, diyar dikin ku lêkolîn hê didome.