'Metirsiyeke mezin a pişaftinê li ser zimanê Kurdî heye'

Hevserokê PEN a Kurd Samî Tan û Hevseroka Med-Derê Mîne Karakaş diyar kirin ku metirsiyeke mezin a pişaftinê li ser zimanê Kurdî heye û ji malbatan xwestin ku li ziman û çanda xwe bibin xwedî.

Di roja 23’ê Mijdara 2019’an de civîna bi navê "Tora Ziman û Çanda Kurd” ku li ser banga nivîskar, rewşenbîr, hunermend, hiqûqnas, civaknas, siyasetmedar, karsaz, rojnameger û zimanzanên Kurd dest pê kir û duh bi dawî bû. Têkildarî civîna Tora Ziman û Çanda Kurdî Hevserokê PENA’a Kurd Samî Tan û Hevseroka Med-Der’ê Mîne Karakaş ji ANF’ê re axivîn.

‘NEXŞERÊYA ÇAND Û ZIMAN’

Hevserokê PEN'a Kurd Samî Tan anî ziman ku dixwazin nexşeyeka li ser çand û zimanê Kurdî derxînin û li ser vê yekê bangê li raya giştî bikin û wiha axivî: “Pişt re bi sedan kesan em dixwazin komcivînekê çêbikin atolyeyekê çêbikin nexşeya xwe zelaltir bikin. Di warê ziman û çanda Kurdî de îrade û muxatabek derkeve holê. Xebata me xebatek sivîle û bi tevlî bûna nivîskar, rewşenbîr, hunermend, hiqûqnas, civaknas, siyasetmedar, karsaz, rojnameger, zimanzan û gelek siyasetmedaran pêk hat. Em ê li ser vê xebatê li ser du rêyan bimeşin. Yayemîn ji bo ziman û çandê statûyek bê dayîn. Ya din ji xebata di nava gel de ye. Divê êdî malbat zarokê xwe hînî Kurdî bikin. Di roja îro de em dibînin ku malbat bi xwe Tirkî baş nizane lê mixabin zarokên xwe hînî Tirkî dikin. Divê hişmendiya Tirkî di nava civakê de bidawî bibe. Di vî warî de her sazî û kes berpirsyare. Divê hîn zêdetir em li ziman û çanda xwe xwedî derkevin û ji bo pêşketina ziman û çanda xwe bixebitin. Divê civak filim, şano, muzîk û pirtûkên Kurdî bixwîne, guhdar bike û temaşe bike.” 

‘ZIMANÊ ME BI PIŞAFTINEKE PIR DIJWAR RE RÛ BI RÛ YE’

Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Mîne Karakaş jî anî ziman ku civak hêdî hêdî ji ziman û çanda xwe bi dûr dikeve û wiha got: “Malbat, zarokên xwe hînî zimanê xwe nakin û ev yek jî xetereya li ser tunebûna ziman zêdetir dike. Civîna bi navê ‘Tora Ziman û Çanda Kurd’ jî ji bo nexşe rêyek bê avakirin û pêşî li pişaftinê bê girtin e. Di vê çarçoveyê de di civînê de segreteryayek ji 7 kesan pêk tê hate destnîşankirin.

ZimanêKurdî bi pişaftineke pir dijwar re rû bi rû ye. Divê gelê me vê xetereyê bibîne. Ji ber ku gelek bi zimanê xwe heye û bi zimanê xwe tê nasîn. Zimanê me nasname û hebûna me ye. Em di vê hişmendiyê de bin û li gor vê tevbigerin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi zimanê xwe bixwînin, biaxivin û binivîsin. Li her derê Tirkiyeyê li dijî Kurdan û zimanê Kurdan êrîşên nîjadperestî pêktên. Êrîşên li ser ziman girîngiya ziman nîşan dide û divê her kes div ê hişmendiyê de tevbigere.Em bangî civaka Kurd dikin da ku li ziman û çanda xwe xwedî derkeve, zarokên xwe bi zimanê dayikê perwerde bike û beşdarî xebatên parastin û geşkirina ziman û çanda xwe bibe.”