‘Dengbêjî çanda qedîm a Kurdan e’

Dengbêj Evdilezîzê Koçer anî ziman ku ew ji zarokatiyê ve klaman dibêje û destnîşan kir, ku dengbêjî çanda kevnare ya Kurdane û divê lê bibin xwedî.

Dengbêjî vegotina dîroka gelekî ye ku nehatiye nivîsandin e. Dengbêj di her serdemê de bûne şahidên dîroka Kurdistanê û nobedarê çanda qedîm. Dengbêjî, çavkaniyeke xurt a wêjeya devkî ye. Ji berê de gelek çîrok bi stran û klaman digihînin roja îro û herdemê çanda Kurdan zindî dihêle. Yek ji van denbêjan jî Dengbêj Abdulazîz Şimşek e, di nava civakê de bi navê Evdilezîzê Koçer tê naskirin. Koçer ji zarokatiya xwe ve dengbêjiyê dike û dema ew hêj zarok e ji kilamên dengbêjiyî bandor dibe û ji bo bibe dengbêj tim tevlî civatên dengbêjan dibe.

‘BI DENGÊ XWE YÊ XWEŞ HERÊM GERM DIKIR’

Dengbêj Evdilezîzê Koçer di sala 1950’an de li gundê Helêlî yê bi ser Farqîna Amedê ve girêdayî ye hatiye dinê û di sala 1990’an de tevî malbata xwe koçî Êlihê dibe. Koçer weke navê xwe her tim li zozanên Kurdistanê koçerî kiriye û bi sewalkariyê ve mijol bûye. Koçer bi salan li zozanên Karîna yê Hîzanê maye û di sermaya Serhedê re bi dengê xwe yê xweş herêm germ kiriye. Dengbêj Koçer dibêje, li Kurdistanê tu zozan û dest nema ku lê dengbêjî nekirî be û wiha axivî: “Dema ku em li zozanan bûn her tim em li hev kom dibûn û me klamên dengbêjiyê digotin. Di zivistan û havînan de zozanên me gelek sar bûn û şev dirêj bûn, bi klaman û stranan me şevên xwe derbaz dikir. Demek dirêje êdî em nikarin biçin zozan û li ser axa xwe bi awayek azad klaman bibêjin. Ez gelek bêriya wan rojan dikim.”

‘DENGBÊJÎ EVÎN E’

Koçer da zanîn ku wî di salên zarokatiya xwe de dest bi dengbêjiyê kiriye û got: “50 sal e ez bê navber klamên dengbêjiyê dibêjim. Dengbêjî di zarokatiyê de daxwaz û evîna min bû. Ez gihiştim daxwaz û hesreta xwe. Ji 15 salî û vir de ez bê navber klaman diqîrim. Ji min re gotin tiştên te dîtiye binivîsîne, lê min nikaribû binivîsanda. Xwendin û nivîsandina min tuneye. Ez neçûme dibistanan. Lê ez dikarim di mejiyê xwe de ji pirtûkekê zêdetir binvîsim. Tenê min xwest bibêjim. Ez şev û roj dikarim klaman bibêjim û qet jê aciz nabim, berevajî vê ez keyfxweş dibim. Dengbêjî evîn e. Gelek bûyerên li Kurdistanê qewimîn e mirov ji kilamên dengbêjan dibihîsin. Eger dengbêj tunebûyan wê komkujiya Agirî û Zîlan nehatiba dîtin. Dengbêjên Kurd bûyerên li Kurdistanê qewimîn e bi awazên xwe ji bo civakê ragihandine.”

‘DENGBÊJÎ WÊJE Û DÎROKA KURDAN E’

Koçer anî ziman ku dengbêjî çanda gelê Kurd e û di saya dengbêjiyê, Kurd hîn jî dikarin çand, huner û dîroka xwe biparêzin. Koçer destnîşan kir ku gelê Kurd bi klamên dengbêjiyê qala dîroka xwe dike û ev tişt got: “Em Kurd bi dengbêjiyê qala dîroka xwe dikin. Bi dengbêjiyê qala şer, çîrok, eşq û destanên xwe dikin. Dengbêjan hest û dengê Kurdan ji dîrokê ve gihandiye serdema îro. Dengbêjan wêje û dîroka Kurdan a nehatiye nivîsandin, bi deng û hunerê xwe parastine û gihandine rojeya me ya îro. Di tu ziman û meqamî de dengbêjiya wekî Kurdî tune ye. Em wek berdewamiya dengbêjên ku çûne ser dilovaniya xwene. Heke ku em jî rojekê koç bikin dê nifşên nû çanda dengbêjiyê berdewam bikin. Wê tu demê dengbêjî û kilamên Kurdî winda nebin. Ji bo vê yekê tu carê çand û dîroka Kurdan winda nebe û herdemê bi dengbêjiyê dê zindî bimîn e.”

‘LI DENGBÊJAN XWEDÎ DERKEVIN’

Koçer destnîşan kir ku di roja îro de tu kes xwedî dengbêjan dernakeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dengbêjên Kurd heta roja îro çanda Kurdan ya nehatiye nivîsandin anîne. Lê mixabin di vê serdemê de tu kes xwedî li dengbêjan dernakeve. Dengbêj ji ber bêxwedî bûnê yek bi yek ji nava me koç dikin. Divê her kes xwedî li dîroka xwe derkeve û çanda dengbêjiyê biparêzin. Dengbêj, dîrokin û divê her tim dîrok zindî bimîne.”