Huner û çanda ji kevirên biqîmet

Hosteyê xemilandina kehrîbarê Mehmet Atalay diyar kir ku kevirê kehrîbar ji bo gelek nexweşiyan derman e û got: “Kehrîbar heskirin e. Ji bo dermankirina nexweşiyên wekî serma, astim, guatr, bronşit, zerik û alerjiyê tên bi kar anîn."

Kehrîbar a ku di nav gel de wekî kevirekî bi nirx û tendirust tê dîtin, a rast gezoya darên fosîl e. Kehrîbar bêtir ji bo xişran tê bikaranîn û ji zerê vekirî heta rengên sor, gelek rengên wê hene. Kêzikê fosîl ên di nav kehrîbarê de, di kevirên din de tune ne. Kehrîbar ên ku li dezgehan huner bi wan re tê kirin, ji bo tizbî, gerdenî, zendik, guhar û gustîlkan tên bikaranîn. Kehrîbar di dîrokê de ji bo şifayê jî hatiye bikaranîn. Tê gotin ku dema kehrîbar bi bedena mirovan ve dibe, germahiyekê dide bedenê û di hewaya sar de sûd ji vê germahiyê tê wergirtin.

‘JI BO VÊ HUNERÊ HESKIRIN Û SEBREK MEZIN DIVÊ’

Li Amedê hunera xemilandina kevirên biqîmet bi salan e dewam dike. Hunera ji kevirê kehrîbar çêdibe li ser dezgehan cihê xwe digre û gelek dikanan dixemilîn e. Hosteyê ciwan yê kehrîbarê Mehmet Atalay ku vî karî ji bavê xwe hîn bûye dibêje, ji bo vî karî heskirin û sebrek mezin pêwîste. Atalay li ber destê bavê xwe hînî hostetiya kehrîbar bûye û niha tizbî, gerdenî, zendik, guhar û gustîlkan çêdike.

‘EV HUNER YAHÛDIYAN DIKIR’

Atalay anî ziman ku hunera li ser kehrîbarê ji aliyê yahûdiyan ve hatiye destpêkirin û wiha axivî: “Li gorî gotinan di demên berê de li Amedê hosteyên Yahdûdî hebûn û ev huner dikirin. Li Amedê jî zêdetirî 50 sal e her roja şemî û yekşemê bazara kehrîbar tê danîn. Niha hosteyên Yahûdî nemane û hosteyên Kurd û divî karî de serkeftî hene. Li gorî hostetiyê buhayê berhemê tê çêkirin tê guhertin. Berhemên em çê dikin bihayê wan di navbera 100-250 û di navbera 30 milyaran de tê guhertin. Gelek kes meraqdarên kehrîbarê ne. Ev kes bi lezgînî xeber digirin ka li kû kîjan berhem heye berê xwe didin wir. Bi taybetî jî ji ber vê meraqa xwe tizbiyan dikirin.”

KRIZÊ XWE LI KEHRÎBARÊ JÎ DA

Atalaya destnîşan kir ku kevirên kehrîbarê yê damla herî zêde rastî eleqeya mereqdaran tê û got: “Gelek cureyên kehrîbar hene weke kehribarê agir, sikma û damla. Lê ya herî zêde rastî eleqeyê tê damla ye. Di vê serdemê de gelek berhmên ji toza kehrîberê tê çêkirin jî hene. Ew sextekariye û ne berhemên başin. Ji ber ku piranî kevirî kehrîbarê ji derveyî welat tê bihayê wê girane. Em bi dolar distînin û îsal jî gelek bihaye. Li herêmê krîza aboriyê heye û herî zêde krîzê xwe li kevirê kehrîbar xistiye.“

‘MÎRATÊ NE KEVIR E DERMAN E’

Atalay da zanîn ku kevirê kehrîbar ji bo gelek nexweşiyan derman e û ev tişt got: “Kehrîbar heskirin e. Kevirê kehrîbar ji bo tendurustiyê gelek baş in. Ji bo dermankirina nexweşiyên wekî serma, astim, guatr, bronşit, zerik û alerjiyê tên bi kar anîn. Dema mirov di nav destê xwe de wê mist dide an jî dike zenda xwe, ji gera xwînê re baş e. Her wiha dema mirovbi bedena xwe ve dike, germahiyekê dide bedenê û di hewaya sar de sûd ji vê germahiyê tê wergirtin. Mîratê ne tenê kevire derman e.”