Li Moskova pêşangeha wêneyan a zarokên Rojava xêz kiribûn pêk hat

Li Moskova pêşengeha wêneyên ku zarokên Rojava xêz kiribûn pêk hat. Zarokan bi xêzêkirina wêneyan bal kişandin ser sûcên dij mirovahiyê yên li herêmê tên kirin.

Li paytexta Federasyona Rûsya Moskova pêşangeha wêneyên zarokên Rojava pêk hat. Pêşengah wêneyan a li Mala Gel a bi pêşengiya Organîzasyona Jinên Kurd a Mokova-Viyana ku xebatê li Moskovayê dike ve hate kirin, wêneyên zarokan ji jiyana rojane ku li herêmên şer lê hene cih digirin.

Di pêşangeha wêneyan ku nûnerên saziyên Kurd ên li Moskova xebatên xwe dikin, cih girtin de bal kişandine ser sûcên şer ên li herêmê tên kirin.

Nûnerê Federsyona Bakurê Sûriye ya Rûsya Reşad Benav ê di pêşangehê de axivî got: “Divê hemû cihê guh bidin dengê zarokên Rojava. Ev wêne jî didin nişandan bê ka çiqasî şer bandor li derûniya zarokan kiriye. Erka me ya serekî dawîanîna vî şer û siberojeke mutleq ji bo zarokan avakirine. Daxwaz ji her kesê dikim ku di vê mijarê de bi hesyar bin.

Di axaftinên li ser navê Mala Gel jî hate kirin, kêfxweşiya xwe ya ji vê pêşangehê anîn ziman.