Biryara Evûstûryayê ya qedexekirina glîfosatê wê neyê pêkanîn!

Evûstûrya ya ku dixwest di nav Yekîtiya Ewropayê de bibe yekemîn welatê ku glîfosatê qedexe bike, qedexekirina vî dermanê çandiniyê taloq kir.

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) di serî de gelek sazî balê dikşînin ser vî tiştî ku glîfosat rê li ber penceşêrê vedike. Li temamî Yekîtiya Ewropayê heta dawiya sala 2022’an destûr hatiye dayin ku bikaranîna glîfosatê were bikaranîn lê pişre ew ê rewş çawa be, ne diyar e.

Di Tîrmeha borî de li Parlementoya Ewropayê biryar hatibû dayin ku piştî Çileya 2020’an wê di çandiniyê de glîfosat neyê bikaranîn. Lê hikumetê diyar kir ku wê ev biryar neyê pêkanîn.

Hikumeta roja Duşemê nameyek ji serokê parlementoyê re şand û diyar kir ku ji bo biryara qedexekirinê têkeve meriyetê divê ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê re were ragihandin, heke ev ragihandin pêk neyê wê di warê hiqûqî de astengî derkevin holê. Di nameyê de hate diyarkirin ku ji bo welatên endamên Yekîtiya Ewropayê karibin çavdêriyên xwe bikin, zêde dema wan jî tune.