Qehweya Kurdan çawa bû qehweya Tirkan?

Beriya bi sed salî 'Qehweya Kurdan' hebû. Li Fransayê ji 1800'î û pê de 100 salî bazirganiya wê hate kirin. Bi avabûna  Komara Tirk re ev qehwe jî kirin 'Tirk'.

Cureyekî qehweyan ku beriya avabûna Komara Tirk hebû û bi nasnameya Kurdan bû, piştî avabûna dewleta Tirk hate înkarkirin.

Qehweya Kurdan ku îro navê wê kirine 'qehweya menengiçê' û bi navê wê yê dî 'Qehweya Kizwanê' li Amed, Semsûr, Mêrdîn û Êlihê dihate hilberandin, Osmanî lê xwedî derketin û despêka sedsala 20'an li Ewropa û gelek deverên cîhanê hate firotin.

Divê mirov qehweya menengîçê bi wê qehweyê re tevlîhev neke, ku tê gotin bi eslê xwe ji Etîyopyayê ye, cara pêşî li Yemenê hatiye çêkirin û bi Erebî jê re 'Elqahwah' tê gotin.

Qehweya Kurdan di navbeyna salên 1830 û 1930'î de li Fransayê bi navê 'Chicorée au Kurde' bazirganiya wê hate kirin. Piştî ku dewleta Tirk hate damezirandin hilberandina 'Chicorée au Kurde' hate rawestandin û navê wê kirine 'Qehweya Tirkan'.

Ev kevneşopiya qehweyê û çanda wê 2013'an bi navê 'Qehweya Tirkan' kete nav Lîsteya Mîrateyên Siruştî ya Navnetewî ya UNESCO'yê.

Qehwe ji dara festeqê ya berî menengîçê tê çêkirin. Di nav de kafeîn tine. Li ser etîketa wê ya ku destpêka sedsalê li Fransayê dihate firotin wêneyê şervanekî Kurd heye ku tê texmînkirin wêne aidî şervanekî sedsala 15'an e. Tê gotin ev wêne sedsala 17'an ji hêla seyyahên Ewropî ve hatiye xêzkirin.

Dema ku qehweya Kurdan li Fransayê hate hilberandin li Ewropayê qehwe hê nû bû. Li Fransayê qehwexaneya pêşî 1654'an li Marsilyayê hate avakirin. Ji ber vê qehweya Kurdan li Ewropayê di nav yên pêşî de cih digire.

Piştî ku bi qirkirin û komkujiyan mîrateyên çandî hatin talankirin û înkarkirin, hin nirx bi temamî winda bûn, ji hinan jî tenê şopa wan ma. Ji qehweya Kurdan a ku li Fransayê dihate hilberandin tenê etîketa wê ma. Ew etîket hê jî  li ser înternetê bi temsîla çand û hilberandina serdemê tê firotin. Qehweya Kurdan her çendî nasnameya wê jê hatibe standin jî, li Kurdistanê li gelek malan û qehweyan tê hilberandin.