Jinên HDK'î: Polîtîkayên şer dijminatiya li jinan mezin dike

Meclîsa Jinan a HDK'ê destnîşan kir, ku kiryarên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li hemberî jinan, encama polîtîkaya şere.

Meclîsa Jinan a HDK'ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku polîtîkayên dijminê jinan û faşîst li malê, kolanan, kar û dibistanê zextê, tundî û bîatê ferz dikin, jinan qetil dike û yên ku nikare qetil bike jî zilmeke bêdawî lê ferz dike.

Meclîsa Jinan a HDK'ê ragihand ku polîtîkayên şer ên desthilatdariya faşîst ên li derve û nava welêt dibin sedema qirkirina jinê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Zîhniyeta serdest a mêr hewl dide li her qada jiyanê mafên jiyanê, destketiyên jinan, bi tundî û polîtîkayên şer lawaz bike û hebûna xwe, desthilatdariya xwe bi vê serweriyê ava bikin. Li dijî vê zîhniyetê divê em têkoşîna jinê li her qadê mezin bikin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê wê têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan li her deverê xurt bikin, destketiyên jinan biparêzin û bi hêvî û biryardariyê li qadan bin.