Li Amazonan qelandina daristanan

Li gorî daneyên dawî yên li Brezilyayê li Daristanên Amazonan van 10 salên dawî qelandina daran pir zêde bûye..

Li gorî çavdêriya Enstîtuya Lêkolînên Fezayê ya Netewî (INPE) ya Brezîlayayê  qelandina daran a li Amazonan vê sala dawî pir zêde bûye. Tenê di navbeyna Tebaxa 2018'an û Tîrmeha 2019'an de qadeke bi 10 hezar û 100 kîlometra bi berfirehî û dirêjahiyê qada daristanî hatiye tinekirin.

Li gorî INPE'yê qelandina daristanan li Amazonan li gorî sala bihurî 43 ji 100'î zêde bûye.

Li gorî INPE'yê li Amazonan li qadên ku gelên xwecih lê dijîn qada ku daristanî ya ku hatiye qelandin li gorî serdema beriya wê 74,5 ji 100'î zêde bûye.

Li gorî hin daneyên 18'ê Mijdarê hatine weşandin di navbeyna Tebaxa 2018 û Tîrmeha 2019'an de 9 hezar û 762 kîlometre qada bi dirêjî û firehiyê hatiye qelandin. Bi daxuyaniya dawî ev dane hate rastkirin.

Li Brezilyayê ji 2016'an ve bi bicihanîna polîtîkayên lîberal û hatine ser desthilatê ya lîderê rastgirê radîkal Bolsonaro qelandina daristanên Amazon zêde bû. Havînî li sedan cihî şewat çêbûbûn.

Li Amazona Brzilyayê 2008'an 12 hezar 3u 287 kîlometre qada bi dirêjî û berfirehiyê daristan hatibû qelandin.