Yekemcar doktora bi zimanê Înka hate nivîsandin

Xwendekareke doktora ya li Perûyê yekemcar teza xwe bi zimanê Qûechûa ku zimanê Înka ye nivîsand.

Qûechûa zimanê Înkayayane ku li herêma Andesê bi milyonan mirov pê diaxivin. Li Perûyê xwendekar Roxana Qûîspe Collantes teza xwe bi zimanê Qûechûa nivîsand.

Collantes ku li Zanîngeha San Marco teza xwe bi zimanê Qûechûa parast nota herî baş wergirt.

Collantes di doktora xwe de qala wêje û helbesta bi zimanê Qûechûa kir. Li gorî pisporan piştî 468 salan yekemcar tezeke zanîngehê bi zimanê Qûechûa hatiye nivîsandin.

Qûachûa zimanekî xwecihî ye û 8 milyon mirov bi wî zimanî diaxivin ku nîvê wan il Perû ye.

Collantes ji The Observerê re axivî û got, “Rê dirêj bû lê hêja bû”. Collantes ji bo tespît bike ku zaravayê Collao yê li herêma Cûzco li herêmên çiyayî tê bikaranîn an na li herêmên li wan herêman dest bi lêkolînê kir.

Collantes got, “Hêviya ew e ku bi taybetî jin û ciwan zimanê me ji nû ve binirxînin û bi pêş bixin. Hêvî dikim ku wê bidin ser şopa min. Ji ber ku divê em zimanê xwe rizgar bikin.”

Perû bi wesîleya Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî tevlî karê rizgarkirina 2700 zimanên li tevahiya dinyayê di nava metirsiyê de ye dibe. Ji zimanên ku li ber tinebûnê ne 21 ji wan ji Perû ne.