Di her 39 saniyeyan de zarokek ji zatûreyê dimire

Li gorî Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ÛNÎCEF’ê ji ber zatûreyê di sala 2018’an de 800 hezar zarok mirine.

ÛNÎCEF’ê diyar kir ku sala borî di her 39 saniyeyan de zarokek ji ber zatûreyê mirine. ÛNÎCEF’ê diyar kir ku sala borî 800 hezar zarokên biniya 5 salî ji ber nexweşiya zatûreyê mirine û got ku “153 hezar zarok jî beriya ku du mehên xwe temam bikin, ji ber nexweşiyê mirine.

Saziyên têkildar diyar kirin ku li Nîjeryayê 162 hezar, li Hindistanê 127 hezar û li Pakistanê jî 58 zarok ji ber zatûreyê mirine û gotin ku “Di sala 2018’an de ji ber navêşê 437 hezar zarok û ji ber tayê jî 272 hezar zarok mirine.”