Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Delhî ya Nû ji ber gemarê bêhn li mirovan diçike

Li paytexta Hindistan Delhî ya Nû ku nifûsa xwe 20 milyon e, ji ber qirêjî û hewa gemarî bêhn li mirovan diçike.

Ji ber hewa gemarî dibistan girtî ne û karê li şantiyeyan hatiye rawestandin. Ji ber mij avahî xuya nakin. Mirov dema dikevin nava xaniyan, buroyan û galeriyên jêrzemînan jî bêhn li mirovan diçike.
Tê gotin ku gemara rojên dawî serdema herî gemarî ya salên dawî ya li Delhî ya Nû ye. Rayedarên Hindî ji bo vê rewşê dibêjin, "Odeya gazê" ye.

Şefê rêveberiya bajêr Arvînd Kejrîwal li Twîtterê dîmenek weşand û got, "Li her deverê dû heye. Ciwan, zarok û mirovên temenê wan dirêje bêhn li wan diçike." Kejrîwal got, "Çavên mirovan dişewite. Asta gemarê bi vî rengî ye."

Di sala 2017'an de ji ber hewa gemarî li Hindistanê 1,2 milyon mirov beriya dema xwe jiyana xwe ji dest dan.