CÎHAN
Nûçeyên Dawî
-
Li Efganistanê Talîbanan bi bombeyê qereqolek rûxand
Li Efganistanê tevgera Talîbanan bi teqemeniyê qereqolekî li başûrê welat rûxand. -
Di teqîna li Rûsyayê de hejmara miriyan bû 21
Li herêma Ûralê ya Rûsyayê ji ber gazê teqînek pêk hat û hejmara miriyan bû 21. -
Li Îranê protesto berfirehtir dibin
Li gelek navendên Îranê xebatkar, karker, kesên teqawid bûne û xwendekar daketin qadan. -
Sala 2018'an di qezayên balafiran de zêdeyî 500 kes mirin
Li gorî daneyên sala 2018'an ên li ser qezayên balafiran, li gelemperiya dinyayê di nava salekê de zêdeyî 500 kes mirin. -
Çînê dîsa gef li Teywanê xwar
Rêveberiya Çînê dîsa gef li hêzên serxwebûnxwaz ên Teywanê xwar û got, dibe ku rêya zorê jî biceribînin. -
Li Danîmarkayê qezaya trenê: 6 kes mirin
Li Danîmarkayê, trenê li ser pirekê qeza kir. 6 kes mirin. -
Li Rûsyayê teqîn: Herî kêm 14 kes mirin
Li herêma Ûralê ya Rûsyayê ji ber gazê teqînek pêk hat. Herî herî kêm 14 kes mirin. -
Bolsonaro "Trûmp ê Tropîkan" li dijî sosyalîzmê şer ragihand
Serokkomarê nû yê Brezîlyayê Jaîr Bolsanaro ku meyla xwe ber bi dîktatoriyê ve heye, bi merasîmekê dest bi wezîfeya serokkomariyê kir. -
Li Maliyê 33 kesên ji gelê Fûlanî hatin kuştin
Li gundê Fûlanî Kûlogon ê li navenda Maliyê, di encama êrîşa kesên ku "Kincên nêçirvaniyê yên kevneşop ên Dozo" li xwe kiribûn, 33 kes hatin kuştin. Gelek xanî jî hatin şewitandin. -
Talîbanê êrîş kir: 21 erkdarên ewlekariyê hatin kuştin
Di êrîşeke ya Talîbanan a li Efganistanê de 21 erkdarên ewlekariyê hatin kuştin. -
Berdevka Pentagonê jî îstifa kir
Berdevka Wezareta Parastinê ya DYE’yê Dona Whîte ragihand ku ji rêveberiya Trûmp îstifa kiriye. -
Li Endonezyayê hezîna xakê: 15 kes mirin, bi dehan kes winda ne
Li girava Java ya Endonezyayê lêhî rabû, herî kêm 15 kes mirin û bi dehan kes winda ne. -
NYT: Trûmp pêvajoya vekişînê dirêj kir
Li gorî rojnameya New York Tîmesê Serokdewletê Emerîkayê Donald Trûmp qebûl kir, ji bo ku artêşa Emerîka ji Sûriyê vekişe, 4 mehên dî bide. Ev rewşa bi dest xwe re, ya piştî biryara vekişînê ya Trûmp mîna 'bi paş ve gav avêtin' hate dîtin. -
Li balefirxaneya Amsterdamê tirsa 'bombe'yê
Li paytexta Hollanda Amsterdamê, balafirxaneya Schîpholê, piştî ku kesekî got, bombe li ser heye beşek jê hate valakirin. -
Li Manchesterê êrîş: 3 kes birîndar bû
Polîsî Îngilîz ragihand ku li gara Vîctorîa ya Manchesterê di encama êrîşa bi kêr de 3 kes birîndar bûne. -
Heyeta Talîbanê ji bo danûstandinan li Tehranê ye
Heyetek ji tevgera Talîbanê ya Efganîstanê, ji bo danûstandinan bike li Tehranê ye. -
Li Fîlîpînê bahoza tropîkal: Hejmara qurbaniyan bû 68 kes
Li Fîlîpînê, hejmara mirovên ji ber bahoza tropîkal jiyana xwe ji dest dan, bû 68 kes. -
Li Fransa girtiyek ji girtîgehê revî
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye ji girtîgeha Fresnes a ku yek ji girtîgehên bi ewle ya Fransayê ye girtiyek ji girtîgehê revî. -
Li Fasê cara pêşîn tecawiza di nav zewacê de hate qebûlkirin
Dadgehe îstînafê ya li bajarê Tangerê yê Fasê ji ber ku mêrekî tecawizî jina xwe kiriye 2 salan cezayê girtîgehê lê hate birîn. -
Rûsya 2019'an wê moşekên nû bi cih bike
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, 2019'an li şûna pergala berevaniyê ya hewayî ya S-300 wê pergala moşekên nû bi cih bike. -
Li DYE’yê ji ber hewayê 7 kes mirin
Li DYE’yê ji ber berf û baranê qeza çêbûn. Di van qezayan de herî kêm 7 kes mirin. -
Li Bangladeşê rageşiya hilbijartinê: 12 kes mirin
Li Bangladêşê di dema hilbijartina giştî de rageşî çêbûn û 12 kes mirin. -
Juncker ji seroktiya demê ya YE'yê Bukreşê gumanê dibe
Serokê Komîsyoan Ewropayê Jean-Claude Juncker gumanê jê dibe ku Romanya ku Çile wê bibe seroktiya demê ya YE'yê, nikaribe bi berpirsyariya xwe rabe. -
Li Fîlîpînê 36 kes ji ber lehiyê mirin
Li rojhilatê Fîlîpînê, barana xurt bû sedem ku erd bişemite û lehî rabe. Ji ber karesatê 36 kes mirin. -
Trûmp: Danûstandinê bi Çînê re erênî ne
Serokê DYA’yê Donald Trûmp, diyar kir ku li ser çareserkirina lihevnekirina bi Çînê re ya li ser bazirganiya derve ‘Pêşketineke mezin pêk hatiye’.