Elmanya hewl dide bi qerta nû pêşiya pereşandina penaberan bigire

Li Elmanyayê ji bo penaberan qerteke nû ya peredayînê dixe meriyetê. Ev qert roja Çarşemê di encam li hevkirina 4 eyaletan wê di demsala havînê de li Elmanyayê bê bikaranîn.

Serokê Hikumeta Eyaleta Hessenê Borîs Rheîn ku niha serokatiya konferansa serokên hikûmetên 16 eyaletan dike, got, “Bi vê qertê em ê rê li ber şandina pereyên ji Elmanyayê ji welatên din re tên şandin bigirin.”

Rheîn di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de îdia kir ku "Bi vî awayî em li dijî sûcên dijmirovî yên bazirganên mirovan têdikoşin." 

Qerta ku destûrê dide biyaniyan ku pêdiviyên bingehîn (wekî hilberînên paqijiyê) ji firoşgehan distînin, yek ji wan tedbîrên ku Serokwezîr Olaf Scholz û serokên hikûmetên 16 eyaletan di Mijdara borî de biryar girtibûn.

Heya niha hemû biyaniyên li navenda pêşwaziyê tên komkirin, li wir tên bicihkirin û xwarinê didin wan. Her wiha “ji bo pêdiviyên takekesî" her meh 182 Euro didin penaberan. 

Lêbelê, hin muxalefet ku di nav wan de muxalefeta muhafezekar a ku Borîs  Rheîn jî tê de ye, difikirin ku ev pergala heyî penaberan teşwîqî hatina Elmanyayê dike. Îdia dikin ku ew pereyên ji bo pêwîstiyên xwe vi cih bînin tên dayîn dişînin welatên ku jê hatine.

Qerta nû ya ku roja Çarşemê ji hêla Rheîn ve hatî ragihandin, li ser derfetên teknîkî li hev kirinj û i bilî eyaletên Bavarya û Mecklenburg-Vorpommernê hemû eyaletên din eleqedar dike. Herdu eyaletên din dixwazin li gorî xwe qertên nû derbixin.

Qertên ku bêyî bi hesabê bankê ve were girêdan wê bixebite û her eyalet wê biryarê bide ka dê çiqas pere ji qertê re were bikaranîn. Qert wê li derve neyê bikaranîn û ji Elmanyayê wê nikaribin pere bişînin cihekî din.

Li gorî Rheîn, heke ev qert têkeve meriyetê wê bibe gaveke girîng ji bo kêmkirina koçberiya neqanûnî ya ber bi Elmanyayê ve.

Rheîn got, "Hatina zêde ya penaberan a ber bi Elmanyayê ve wê zextê li dewleta federal, eyaletên herêmî û rêveberên herêmî bike.” 

Li gorî hejmarên ku Daîreya Koç û Penaberan a Federal di destpêka sala 2024’an de ragihandibû, serlêdanên penaberiyê yên li Elmanyayê di sala 2023’an de ji nîvî zêdetir bûne. Ev ji aliyê partiya rastgir a tundrew a Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) ve weke argumana siyasî ya sereke tê bikaranîn. Rastgirên tundrew di anketan de hê jî her ku diçe zûde dibin.